Hisên Qadir ê astengdar bi dirûna pêlava debara xwe dike

Hisên Qadirê astengdar li navçeya Şarezûr rojane bi matorê digere û karê dirûna pêlavan dike. Têkildarî karê xwe got; "Karê min ne başe, hinek rojan 5 hezar dînar jî bidestê min nakeve, tevî vê yekê jî hevjîna minjî xwedî pêdawîstiyên taybete û ji bo emelyata wêjî 20 hezar dolar pêwîst dike."


Hisên Qadir rûniştvanê navçeya Şarezûr a ser bi parêzgeha Silêmanî ye. Diyar kir ku ji ber şaşitiyek ya bijîşk ew astengdar bûye û di nava jiyanek gelek nexweş û nerehet de jiyana xwe derbaz dike. Qadir got ku ew ji neçarî li ser matorê bi şêweyê gerok karê dirûna pêlavan dike.

Hisên Qadir bi rêya vî karî debara xwe û malbata xwe birêve dibe. Qadir diyar kir ku ji ber zehmetiya jiyanê ji beriya niha hevjîna wê di dema ducanî de 5 zarokên xwe wenda kiriye. Herwiha Hisên Qadir got ku hevjîna wêjî xwedî pêdawîstiyên taybete û bijîşk ji bo emelyatê daxwaza 20 hezar dolar kiriye.

Hisên Qadir got; "Tevî vê barê giran ê jiyanê jî şukur darim. Ger hevjîna min neyê emelyatkirin dibe ku heya du salên din jiyan neke. Ji bilî wêjê bavê min nexweşe û dayîka min jî kore ye. Tevî vê rewşa xwe jî ez hinek caran alîkariya dayîk û bavê xwe dikim."

Têkildarî karê xwe jî Hisên Qadir got; "Karê min ne gelek başe,  gelek roj hene ku ez 5 hezar dînar jî qezenc nakim. Ji ber ku di vê demê de karê dirûna pêlavan kêmbûye, ji ber ku zêde xelk pêlavên xwe na dirûn."

Hisên Qadir diyar kir ku wî di sala 1994'an de ji ber du sedeman lingên xwe wenda kiriye, sedema yekem ji zikmakî bû, sedema duwem jî ji ber lêdana derziyek ji aliyê bijîşkek ve lingê xwe wenda kiriye. Hisên Qadir got; "Wî bijîşkî ji bilî min şeş kesên din jî kêm endam kiriye û ew bijîşk niha dinava desthilatê de ye û xwedî parêzvanên taybete."

Hisên Qadir bi matora xwe linava bajêr digere û karê dirûna pêlavan dike. Ji bilî matorê dikanek ya wî jî heye û karê xwe hinek caran li dikanê dike hinek caran jî li malê pêlavên welatiyan çêdike.

Têkildarî karê karê xwe Hisên Qadir ev tişt gotin; "Ji sala 2011'an ta niha bi berdewamî vî karî dikim. Heya astek kêm debara jiyana xwe pê dikim. Her çendî ku pereyê wê kême jî lê ev kar ji bo min guncaw û hêsane. Tenê dikarim vî karî bikim. Ling û bedenê min ne temamin,  ez nikarim bi nîv saetê bi lingan herim. Ez nikarim bê çok û matorê bi tu cihek ve herim."

Di dewama axaftina xwe de Hisên Qadir diyar kir ku ew dixwaze bi keda destê xwe debara jiyana xwe peyda bike û wiha pêde çû; "Heya niha min alîkarî ji tu kesê nexwestiye ji bo alîkariya min bikin, lê divê demê de ez bi zorê dikarim kirêya dikana xwe bidim.  Ez hinek caran cotek pêlav ji welatiyek re çêdikim ku heqê wî hezar û 500 dînare, welatî dibêje zêdeye ez hezar dînar jê werdigrim. Dema ez wisan alîkariya kesên hejar dikim ez pê keyfxweş dibim."

Herî dawî jî Hisên Qadir daxwaz ji xêrxazan kir ku destê alîkariyê dirêjî kêmendaman bikin. Daxwaz ji xêrxwaz û dewlemendan kir ku alîkariya wî bikin, herwiha xwest ku matorek nû ji wî re bikirin. Ji ber ku rojane ji ber karê xwe ew gelek hatûçonê li ser matorê dike."

(şk)