Hîwa bê pere pora kesên hejar çêdike

Hîwa ciwaneke xelkê bajarokê Bazyan a ser bi Silêmanî ye, li nava baxçeyek yê bazara Silêmanî kursiyek daniye û bê pere pora kesên hejar û karkerên biyanî çêdike.


Hefteyê rojek yanjî du rojan ciwanê bi navê Hîwa tê nava bazara Silêmanî û pora kesên hejar û karkerên biyanî bê pere çêdike. Ji bilî vê yekê jî gelek caran alîkariya wana dike.

Hîwa Mihemed ciwanek temen 21 saliye, xelkê bajarokê Bazyan ê ser bi parêzgeha Silêmaniye. Pênc salin li bajarok karê berbertiyê dike. Heft mehin heftane rojek yan du rojan ji Bazyan diçe nava bazara Silêmanî û li wêderê jî bê pere pora kesên hejar û karkerên biyanî çêdike.

Ji ber ku Hîwa jî di jiyana xwe de hejartî jiyan kiriye, ev yek bûye yek ji sedemên ku Hîwa serî li karek wiha bide ji bo hejaran bi pîşeyê xwe xizmetê bike. Li cem Hîwa ne giringe ew kesên hejar ji çi welatek bin, ya giring li cem Hîwa ewe ku ew mirovin û pêwîstiya wana bi alîkariyê heye.

Hîwa têkildarî çawan biryar daye vî karî bike, ji Rojnews’ê re axivî û got; “Dibe ku em her yek di qonaxek hejariyê re derbas bibîn. Ez jî dinava hejartiyek gelek zehmetre derbas bûme, hinek caran sê mehan pereyên min nebûn ez herim berberê. Niha ez bi xwe bûme berber, ji berwê dixwazim alîkariya kesên hejar bikim.”

Hîwa diyar kir ku ji bilî Silêmanî wî li ber qelaya Hewlêrê jî gelek caran pora kesên hejar bê pere çêkiriye. Herwiha Hîwa got, di nava wesayîta min de kelûpelên min hertim amade ne, herim kuderê bibînim kesek hejar heye, pora wê çêdikim.

Hîwa vê xizmeta xwe bi karek biçûk ji bo kesên hejar dibîne, lê welatî bi vî karê Hîwa gelek keyfxweş dibin.

Umêd Kelemî karkereke xelkê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye û niha li Silêmanî dimîne. Dema ku me vê nûçeyê amade dikir, Hîwa pora wî çêdikir, Umêd diyar kir ku ev cara çareme li cem Hîwa pora xwe dibire û got; “Ez çûm cem berberek ji min re got, ezê bi 8 hezaran pora te çêkim, Hîwa hat ji minre got were ezê pora te belaş çêkim. Yanî ev heşt hezar wê têra min ya sê rojan bike ez li otêlê bimînim.

Hîwa dixwaze bi vî karê xwe hem alîkariya kesên hejar bike, hemjî bibe mînakek ji bo kesên din çav li wî bikin û alîkariya kesên hejar bikin.

(şk)