Duşem, 2 Mar 2020 – 10:10 HEWLÊR/ROJNEWS
Ji ber vîrûsê taziye hatin qedexe kirin
Li bajarê Hewlêrê ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa koronayê hemû konên sersaxiyê, heya Newrozê hatin qedexe kirin.
Metirsiya vîrûsa koronayê her ku diçe zêde dibe. Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsê, taziye hatin qedexe kirin. Bi vê boneyê li Hewlêrê Waliyê Hewlêr û Lijneya Bilind ya Fetwa daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê hate gotin ku wê heya 21’ê Adarê hemû taziye di cihên kom de werin qedexe kirin.
Waliyê Hewlêrê Firset Sofî da zanîn ku wê ji îro û pêve biryara hatî dayîn bişopînin.
(nr)