Ji bijîşkê nexweşxaneya Xanesorê hişyariyên tendirustiyê

Bi hatina werza havînê re, ji ber germahiyê nexweşî jî zêde dibin. Dixtorê Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê Hadî Elî Abdula bang li welatiyan kir daku zarokan ji germahiyê bi parêzin. Hadî da zanîn ku bi hatina werza havînê re li Şengalê nexweşiyên zarokan zêde bûne, ji bo wê pêwîste malbat zarokan bi parêzin. Herwiha da zanîn ku ji ber ku korîdora navbera Rojava û Şengalê de girtiye, ew pir zehmetiyan dikişînin.


Li Şengalê bi hatina werza havînê re, ji ber germahiyê rêjeya nexweşiyan jî zêde bûye. Li ser vê mijarê dixtorê nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê Hadî Elî Abdula ji RojNews re axivî. Hadî got ku divê malbat zarokên xwe bi parêzin û nehêlin ji saet 10:00’an heya 15:00’an derkevin ji derve. Hadî diyarkir ku gelek zarok ji ber ku derdikevin dilê wan lê dide, ev jî metirsiyek mezine li ser tendirustiya zarokan.

Dixtor Hadî destnîşan kir ku di vê demê de germahî li gelek kesan daye û divê her kes xwe ji germahiyê bi parêze. Hadî balkêşa ser girtina korîdora mirovî ya dinavbera Şengal û Rojava de jî û got; “Ji ber ku korîdora mirovî girtiye, derfetên di destê me de gelek kêmin. Li rexmê bê derfetiyê jî em 24 saet di xizmeta gel dene. Ji ber girtina korîdorê em zehmetiyan dikişînin. Derman kêmin û jiderve jî nayên. Heyva Sora Kurdistanê, dema ku korîdor vekirî hertim alîkarî dişand ji mere em spasiya wan dikîn. Lê niha ji ber ku korîdor girtiye em nikarin weke berê karê xwe bidin meşandin û xizmetek baş bikin. Em ti berdêlek ji xelkê xwe nagrin û hemu xizmete.”

Hêjayî gotinê ye korîdora mirovî di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê de, ji aliyê şervanên HPG, YPG/YPJ û YBŞ’ê ve hatibû vekirin, bi deh hezaran kes bi riya vê korîdorê hatibûn rizgarkirin. Piştî ku herêm ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin jî, Şengalê di dorpêçê de bû û hemû rêyên wê hatibûn girtin. Lewre korîdora mirovî tekane rê ya ji bo pêdiviyên Şengalê rolek girîng dilîst. Bi taybetî pêdiviyên tenduristî, derbaskirina welatiyên ku ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û pêdiviyên din ên jiyanî, di vê korîdorê de pêk dihat.

Korîdor di 15’ê kanûna 2018’an de ji aliyê artêşa Iraqê ve hat girtin û bû sedema nerazîbûnan. Gelê Şengalê bi dehan caran li ser sînor xwepêşandan lidar xistin û bang li hikûmetê kir ku korîdorê vekirî bihêle. Piştî van xwepêşandanan di navbera rayedarên Şengal û Bexda de, çend hevdîtin pêk hatin, lê heta niha jî encam derneketiye û korîdor nehatiye vekirin.

(nr)