Ji bo kêmendaman bername û semîner

Navenda Downsendrom a li Silêmaniyê, bi boneya 3’yê Kanûnê Roja Kêmendaman a Cîhanê, ji bo zarokên ku nexweşiya downsendrom pê re heye bername organîze kir û ji bo malbatên wan jî semînerek da.  


Bername û semîner li avahiya Navenda Downsendrom hatin pêkanîn û ji bilî zarokên ku nexweşiya downsendrom pê re heye, malbatên wan jî tevlî bûn. Di çarçoveya bernameyê de li zarokan û malbatên wan xwarin, şêranî hat belavkirin û muzîk hat pêşkêşkirin. 

Piştî bernameyê li ser nexweşiya downsendrom semîner hat dayîn. Di semînera ku ji aliyê rêveberên navendê ve hat dayîn de, li ser nexweşiya downsendrom zanyarî hatin dayîn. Axaftvanan her wiha ji dayik û bavên zarokan re behsa çawaniya nêzîkatî û têkiliya bi zarokan nexweşiya downsendrom hat kirin.

Axaftvanan bal kişandin ku di destê wan de hejmareke giştî ya nexweşên downsendrom nîn e, lê li Navenda Downsendrom ku di sala 2014’an de wekî girêdayî Rêveberiya Perwerdeya Silêmaniyê hatiye vekirin, 41 kêmendamên di navbera 6 û 12 saliyê de hene.

Nexweşiya Downsendrom çiye?

Nexweşiya Downsendrom nexweşiyeke ku ji dema dayikbûnê ve heye. Kesên ku ev nexweşî pê re heye, di warê fizikî û hişî de li gorî mirovên asayî hinek kêmtir in. Mejiyê wan ji sedî 60 ji bo fêrbûnê vekiriye, bi perwerdeya taybet ev rêje dikare bê zêdekirin. Li gel perwerdeyê kesên bi vê nexweşiyê ketine, dikarin di nava demê de bibin xwedî kar.