Ji pisporan hişyariya lensên çavan

Bijîşka çavan Senerya Siaedîn bal kişand ku bi taybetî ciwan ji bo xweşikbûnê lens (awêne) datînin ser çavên xwe, lê ev zirarek mezin dide çavan û piştî demekê dibe sedem ku çav bê emeliyatkirin.


Di nexweşiya çavan de ji bilî derman û emeliyatan, wekî rêbazên çareseriyê berçavk tên dayîn, lê hinek caran jî lens tên bikaranîn. Ango awêneyek ku erka berçavkê pêk tîne datînin ser çavan. Li gorî pirsporan lens an jî berçavk ancax bi pêşniyar û biryara bijîşkan dikare were bikaranîn, nexwe wê zirarek mezin bide çavan.

Lê belê ji bilî bikaranîna lensên bi biryara bijîşkan, bi taybetî ciwan bi armanca guhertina rengê çavên xwe lensên ji rengên cuda bikar tînin.  Ji ber ku bêyî zanebûn û bêyî biryara bijîşkan ev lens tên bikaranîn, ziyanek mezin dide çavan.

Pispora nexweşiyên çavan Bijîşk Senerya Sieadîn da zanîn ku her lensekê dereceyek heye, lewma beriya ku bê bikaranîn pêwîst e nîşanî bijîşk bê dayîn. Senerya Sieadîn destnîşan kir ku lens rondikên çavan zuwa dikin û got: “Li ser çavan di aliyê reng de guhertinê çêdike. Bi taybetî ger ku demdirêj bê bikaranîn, rûndikên çavan zuwa dike û edavê (iltihabê) çêdike. Her wiha rêjeya oksîjenê ya çavan kêm dike.”

Senerya Sieadîn destnîşan kir ku divê bêyî agahdariya bijîşk lens neyê bikaranîn û wiha dom kir: “Her wiha divê ji 6 saetan zêdetir li ber çavan nemîne. Dîsa divê lens di şertên paqij de be, nexwe wê qirêj bibe û di çav de îltihabê çêbike. Her wiha sipîtahiya çavan xirab dike. Di dawiyê de jî dibe sedem ku çav bê emeliyatkirin.”

(ep