Ji xwendekaran festîvala çanda Kurdî

Xwendekarên Dibistana Tewar a Silêmaniyê bi boneya salvegera damezirandina dibistanê fesfîvalekî ya pêşandana xwarinên Kurdî, cilûbergê Kurdî û folklora Kurdî lidarxistin.


Xwendekarên Dibistana Tewar a Silêmaniyê îro festîvala xwe ya salane bi boneya damezirandina dibistanê lidarxistin. Di festîvalê de çend çalakiyên weke nîşandana xwarinên Kurdî, cilûbergên Kurdî û folklora Kurdî pêk hatin. Herwiha berhemên bi dest ji aliyê xwendekar û mamostayan ve hatin çêkirin hatin nîşan dan.

Organîzetorên festîvalê diyar kirin ku armanca lidarxistina festîvalê ewe ku asta zanistî ya xwendekaran di warê çanda Kurdî de bilind bikine.

Dibistana Tewar a Silêmandiyê di sala 1999'an de hatiye damezrandin û 500 xwendekar lê dixwînin.