Jinên Binarê Qendîlê amadekariya zivistanê dikin

Li Binarê Qendîlê çinîna hêjîr û simaqê destpê kir. Şêniyên gundên Binarê Qendîlê berhemên xwe kom dikin û jin jî ji bo demsala zivîstanê hişk dinin û  amadekariyan dikin.


Jinên  gundên Binarê Qendîlê hêjîrên ku diçînin ji bo demsala zivistanê hişk dikin û di şevên dirêj ên zivistanê de weke cerez bi kar tînin. Herwiha simaqa ku hişk jî dikin di nava xwarinê de bi kar tînin.

Ji ber ku hêjîr fêkiyekî ku zû xirab dibe, şêniyên gundan hişk dikin. Hêjîran bi du awayan hişk dikin. Hinek kes hêjîrên xwe bi ta ve dikin û dihilawîsîn û hinek kes jî hêjîrên xwe li ser paçekê yan jî sîniyekê li ber tavê hişk dikin.

Hêjîr fêkiyekî havîniye û salene li Başûrê Kurdistanê li gorî rewşa hawayê çêdibin. Ji meha Tîrmehê heya dawiya meha Îlonê li herêmên Başûrê Kurdistanê darên hêjîran ber digirin.

Ji ber ku rewşa avhewaya gundê Aş Gulke yê Binarê Qendîlê hêjîr ji nû çêdibin. Niha cotyaran dest bi çinîna hêjîran kirine. Hinek hêjîrên xwe hişk dikin û ji bo demsala zivistanê dihêlin, hinek jî dibin difiroş in.

Fatma Elî 48 saliye û şêniya gundê Aş Gulke ya Binarê Qendîlê ye. Salene di destpêka meha Îlonê de dest bi çinîna hêjîr û simaqên xwe dike. Fatma  Elî got;"Dema hêjîr çêdibin, dest bi çinîna wan dikin û em hinekê dibin bazarê, hinekê hişk dikîn û hinekê jî dikin rîçûl. Yên hişk dikin demsala zivistanê li ge mehîj û ceresan dixwîn."

Fatma ku gelek sal in hêjîran hişk dike wiha qala çawaniya hişkirina hêjîran kir;"Li gundê Aş Qulke bi du awayan hêjîran hişk dikin. Piştî ku jê hatin kirin, hinekan li ber tavê hişk dikin. Hinekan jî bi ta ve dikin û dihilawîsîn heta ku hişk dibin. Demsala zivistanê em ava germ pêde dikin, heta ku hinek nerm dibim û dixwîn."

Ji derveyî hêjîran, li gundên Binarê Qendîlê niha dema çinîna simaqê ye jî. Piştî ku simaqa xwe komkirin, hinek caran dihêrin û bi hêrayî difiroş in. Hinek caran jî weke heyî difiroş in yan jî bi kar tînin.

Simaq li gel piraniya xwarina tê bikaranîn. Tamekî miz bide xwarinê. Ziyana wê ji bo tenduristiya mirov nîne, ji bo tenduristiya mirovan çend sûdê wê heye. Gelek malbat zêdetir ji şûna lîmonê simaqê ji bo xwarinê bikar tînin. Herwiha hinek kes weke dermanê kewandina birîna jî bi kar  tînin.

(ab)