Karê ku divê hikûmet bike ciwanên xwebexş dikin

Ji ber nebûna sîstema kanalîzayon û binesaziyeke xurt li herêma Soran qezayên trafîkê rû didin. Ciwan ji bo pêşî li bûyeran bigirin, bi însiyatîfa xwe kanalîzasyonek ji bo ava diherike ser dû rêya Cundiyan-Soran çêdikin. Ciwanên xwebexş diyar kirin, binesaziya ku hikûmet çêdike, seqete û gotin, ew niha karê hikûmetê dikin.


Ji ber sîstema binesaziyê ya ava qirêj û kanalîzyonan li herêma Soran baş nîne, ava qirêj a malan û kargehan rasterast diherikin ser cadeyan. Ji ber li ser cadeyan jî çal hene û meyla rê nîne, ava qirêj li ser kom dibe û dibe sedema qezayên trafîkê. Ciwanên Soran ên hêviya xwe ji hikûmetê qut kirin, bi însiyatîfa xwe, bi awayeke kolektîv dest bi çêkirina cokek ji bo herikîna ava qirêj kirin.

Şaxewan Faris şêniyê gundê Berzêw ya girêdayî navçeya Riwandize, li gel hevalên xwe ji bo çêkirina rêya Soran dixebite û hostatiyê dike. Faris têkildarî karê ku dikin ev agahî da, “Karê ku em dikin, karê hikûmetê ye. Lê hikûmet van kêmûkurtiyan nabîne, ji ber vê em neçar man cokek ji bo ava li ser cadê derbas dibe çêbikin.”

Şaxewan diyar kir ku ji ber metirsî li ser jiyana wan û xizmên wan dike, dest bi vî karî kirine û got, “Ji ber zêdeyî 20 bûyerên trafîkê li vir çêbûne û piranî jî ya wesayîtên gundê me zirer dibînin. Li ser cadê çal hene û meyla wê ji ber nîne ava ji nava malan û xwaringehan diherike li ser rê kom dibe. Ji ber vê wesayît dişemitin û qeza dikin.”

Endazyarekî xwebeşx yê bi navê Soran Seîd jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman, “Binesaziya hikûmetê gelek seqete. Ji ber vê ez piştgirî didim ciwanên ku kanalîzasyona li ser du rêya navbera Cundiyan û Soran çêdikin.”

Endazyar Soran Seîd diyar kir ji vêya şûnve divê hikûmet çavdêriyeke baş li ser projeyên xizmetgûzariyê bike, ji ber tiştên ku tên çêkirin baş nîne û seqetin.

(bz)