Lehiyê li Hewlêr jiyan tevizand

Li Hewlêrê şevê din ji ber baran barîna zêde lehî rabû û ji ber lehiyê av kete gelek dikan û malan de.


Li Herêma Kurdistanê ev çend roje li pey hev baran dibare. Şevê din li Hewlêrê ji ber baran barîna zêde lehî rabû û bandoriyek nerênî kir. Li çend taxên bajêr ji ber lehiyê av kete çend mal û dikanan de û di bin avê de man. Ziyan gihand mal û milkê welatiyan.

Herwiha ji ber lehiyê gelek wesayît jî asê man.

Li Herêma Kurdistanê ev çend roj in li pey hev baran dibare. Ji ber lehî û barana zêde hata niha ziyan gihîştiye gelek mal û milkên welatiyan. Herwiha çend pir jî rûxane.

(ab)