Li bajarokê Pirdê ji ber metirsiya lêhiyê welatiyan malên xwe berdan

Ji ber baran barîna zêde ava Zêyê Biçûk li bajarokê Pirdê bilind bû, ji ber metisiya lehiyê gundek û çend taxekî malên xwe berdan.


Îro carekî din pêlekî din ya baran barîna zêde li parêzgeha Kerkûk û derdora wê destpêkir. Li bajarokê Pirdê yê ser bi parêzgeha Kerkûkê ku Robarê Zêyê Biçûk têde derbaz dibe asta avê bilind bû.

Rêvebirê bajarokê Pirdê Ebdulmutalîb Necmedîn ji Rojnews'ê re axivî. Necmedîn got; "Ji serê sibehe ve baran li Pirdê û derdora wê bê navber berdewam dike, ji ber baran barîna zêde asta robarê Zêyê Biçûk metrek û nîv bilind bûye. Av derbazî nava 20 malên li taxa Urte bûye û metirsiya lehiyê li ser taxên Kurdistan û Saleyîş heye."

Herwiha Necmedîn destnîşan kir ku li gundê Qeyabaşî welatiyan malên xwe berdane û derbazî mizgefta gund bûne. Necmedîn diyar kir ku wana welatiyên bajarokê Pirdê ji ber metirsiya lêhiyê agahdar kirine.

(şk)