Li bajarokê Sîtek gorek komî hat dîtin

Rêveberiya polîsên Silêmaniyê diyarkirin ku wana li baxçeyek bajarokê Sitek a ser bi Silêmaniyê gorek komî dîtine.


Polîsên Silêmaniyê diyarkirin ku li bajarokê Sîtek a ser bi Silêmaniyê gorek komî dîtine ku têde rufatê 3 kesan hebû.

Polîsên Silêmaniyê di daxuyaniya xwe de gotin; “Di dema kolandina çalek li baxçe da, peraseyê mirovek hat dîtin. Piştî wê ji bo asayîş û polîsan agahî hat dayîn. Piştî ku me agahî girt me dest bi kolînê kir. Di encamê de rufatê 3 kesan hat dîtin. Li ser rufatên mirovan cilên Kurdî û sivîlî hebûn. Herwiha 3 parçeyên pere û nasnemeyek jî di gorê de hat dîtin.”

Berdevkê polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed li ser dîroka gorê ji RojNews re axivî. Serdeşt da zanîn ku li gorî lêkolînan di salên 90’î de bûyer pêkhatiye û li ser rufatan jî cilên sivîlî hebûn.

Li gorî agahiyan rufatên 3 kesan ji bo lêkolînê şandine tiba edlî ya Silêmaniyê.

(nr)