Li Çemçemal qeza: 2 mirî 3 birîndar

Li navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê qezayek trafîkê çêbû. Di encamê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn.



Cîgirê rêveberiya tenduristiya Çemçemalê Şerîf Mela Rehîm got ku qeza li bajarokê Sengaw pêkhatiye. Di encamê de 2 kes mirine û 3 kes jî birîndar bûne.

(nr)