Li Dihokê 2 kes hatin kuştin

Li gundê Tela ê ser bi bajarokê Wark a ser bi Dihokê ve, dinavbera dû malbatan de şer derket û di encamê de 2 kes hatin kuştin.


Li gorî agahiyan di dema berê de dinavbera du malbatên gundê Tela a ser bi bajarokê Wark a ser bi bajarê Dihokê pirsgirêk hebû.

Li gorî agahiyên hatine standin bi hatina cejnê re malbatan serdana hev kirine. Di serdana cejnê de carek pirsgirêk dinavbera wan de derketiye û veguhestiye şer. Hat zanîn ku di encama şerê her dû malbatan de 2 kesan jiyana xwe jidest daye û yek jî birîndar bûye.

Di derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpê kirin.

(nr)