Rêveberiya Polîsên Germiyanê ragihand ku di navbera du masîfiroşan de şer derketiye, yek ji wan miriye.
Rêveberiya Polîsan ya Germiyanê bi daxuyiyekê ragihand ku duh bi şev li gundê Banasyaw ya ser bi bajarokê Kuleco ya girêdayî Germiyanê cenazeyê kesek bi navê (E.E.H) ku 37 salî rakirine beşa lezgîn a nexweşxaneya Şehîd Hejar a li Kelarê.
Li gorî kesukarên kesê hatî kuştin dibêjin, ew kes li gundê Banasyaw di hewzekê de masiyan xwedî dikir û şeva borî di navbera wî û kesekê ku heman karî dikir de şer derketiye û di encam de jiyana xwe ji dest daye.
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo tometbar bi biryara dadgehê û li gorî madeya 405 fermana girtinê hatiye dayîn û li ser buyerê lêkolîn destpêkirine.
(fk)