Li Helebce nav û dengekî baş a çêkirina rûbehinarê heye

Salane bi hatina demsala payîzê re li deverên cuda yên Kurdistanê welatî bi komkirina hinaran re dest bi çêkirina rûbehinar (doşava hinaran) dikin ku di gel gelek xwarinên Kurdî tê bikaranîn. Yek ji wan deveran a bi nav û deng jî Helepçe ye.


Rûbehinar yan jî doşava hinaran di demsala payîzê de dema hinar çêdibin û tên komkirin tê çêkirin. Xwediyên hinaran piranî ku hinarên ji ber sermayê diqelişin dikin rûbehinar, di birinc, salate, masî û hwd. xwarinan de tê bikaranîn. Hinarên tirş ku ji bo rûbehinarê baştir in, tehma wê xweş e û ev jî li Helebce dibe yek ji rûbehinara xwezayî û cureya herî baş.

Xwediyên baxçeyan yên hinarên xwe kom dikin, pêşî bi awayekî pak dişon. Paşê jî libên hinarê diweşînin, diguvêşin û wê avê di qazanên mezin de dikelînin.

Di qazaneke mezin de nêzî 22 kîlo rûbehinar çêdibe. Heke agirê bin qazanê gur be, di 10 saetan de çêdibe. Dema rûbehinar di qazanan de dikele divê timî kesek li ber be da ku neşewite

Çêkirina rûbehinarê ku karekî pir zehmet e xwediyên baxçeyan diyar dikin bihayê wê kêm e û niha kîloya wê bi 10 hezar dînaran e.

Di çêkirina rûbehinarê de hê zêdetir ku jin dixebitin, mêr jî dibin alîkar.

Mijde Emîn a ji Halebceyê dema bi çêkirina rûbehinarê re mijûl dibû têkildarî feyde û sûdên rûbehinarê got, “Feydeyeke zêde ya rûbehinarê heye. Piraniya welatiyan di xwarinê de bi kar tînin. Divê bi hinarên baş û pak bê çêkirin. Divê hinarên genî û xerabe nebin.”

Yek ji welatiyê bi navê Walî Elî yê Helebceyî ku ew jî di çêkirina rûbehinarê de dibe alîkar piştî behsa pêvajoya çêkirina rûbehinarê kir û got, “Sala bihurî hinar kêm bûn, îsal hinar pir in, lê belê ti pere nakin, lewma welatiyan zêdetir kirin rûbehinar.”

Jina bi navê Wefa Osman jî wiha axivî: “Em jî alîkariyê dikin. Ji ber bi alîkarîdayînê karekî baş derdikeve holê. Her wiha ji ber karekî zehmet e jî alîkarî pêwîst e.”

Wefa her wiha anî ziman ku li Helebce çend kargehên biçûk ên bi vî karî dikin hene, lê ji ber hebên hinaran bi dest nayên derxistin rûbehinara li wan deveran çêdibe tal e û ji ber ew bi xwe bi dest çêdikin rûbehinara wan bi tehm û bi lezzet e.

(yş)