Li Hewlêr kesek hate kuştin

Li bajarê Hewlêrê ji ber pirsgirêkek malbatî ciwanek hat kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.


Duh bi şev li ser rêya 60 metrî ya bajarê Hewlêrê ji ber pirsgirêkek kevin ya malbatî, ciwanek hat kuştin û 2 kesên ku peywendiya xwe bi bûyerê re nebûn jî birîndarbûn.

Li ser bûyerê berdevkê polîsên Hewlêrê Hogir Ezîz ji Rojnews re axivî û got; “Li ser pirsgirêkek kevin di navbera dû ciwanand e şer derdikeve. Di encamê de ciwanê bi navê Karzan Teha ê 36 salî hate kuştin. Herwiha 2 kesên din ku peywendiya xwe bi bûyerê ve tûnebûn birîndar bûn.”

Hogir Ezîz da zanîn ku ew kesê bûyerê pêkaniye, nas dikin û niha lêdigerin.