Li Hewlêrê daxwaza reforman kirin

Li Hewlêrê cara 30'emîn çalakvanan li ber Parlamentoya Herêma Kurdistanê çalakî kirin û daxwaza reforman kirin.


Li ber Parlamentoya Herêma Kurdistanê cara 30'emîn ji aliyê Grûba Pêngava Dadperwerî çalakiyek nerazîbûnê pêk hat.

Di çalakiyê de dirûşmeyên;'Kanî reform', 'Na ji bo bûdceya zêde ya partiyan' û 'Şerme parlamenterek bi qasî mûçeyên 13 şehîdn û enfalkiriyan be' û gelek dirûşmeyên berz kirin.

Ji aliyê Fazil Ebas ve daxuyanî hate xwend û wiha got;"Daxwazên xwe pêşkêşî hikûmet, parlamento û raya giştî dikin, aliyan heta niha nekarîne, projeyek yasayê ji bo reforma pêvajoya siyasî ya li Kurdistanê pêşkêş bikin. Yan jî ji bo berjewendiyên xwe ragihandine. Di demekî ku bûn rêveber û serkirde, ji karkeriyê bûn milyarder, lewma em tiştekê rewa nabînin."

Herî dawî di daxuyaniyê de hat gotin; “Em livir hinek daxwazên ji bo cara 30’emîn radestî kabîneya nû ya hikumetê dikîn. Em hêvîdarin piştgirî bê kirn û wek carên berê me bê hevî nekin.”

Daxwazên ji bo hikumetê hatîn rêz kirin evin; 

-Divê reform ji lûtkeya xaniyên bi milyonan metrekareyan destpê bike.

-Mûçeyê destpêkê yê payebilindan ji bo nîvê niha bê kêm kirin.

-Yasaya teqawidên payebilind bê rêxistin kirin û divê ji 2 milyon dînar zêdetir nebe. Herwiha kesên ne karê wanin û li gorî pisporiya xwe li hinek cihan tên damezrandin.

-Divê bûdceya partiyan ku zêdetirî sedî 1’ê bûdceya Herêma Kurdistane, were kêm kirin.

(rn)