Li Hewlêrê pêşangeha berhemên xwemalî

Li Hewlêrê pêşangehek  berhemên xwemalî hate vekirin. Ji derveyî cotyarên Herêma Kurdistanê 22 kompanya jî beşdarî pêşangehê bun.


Li Navenda Rewşenbîrî ya Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê ji bo berhemên xwemalî pêşangehek hate vekirin. Wê pêşangeh du rojan vekirî be. Ji derveyî cotyarên Herêma Kurdistanê 22 kompanya jî beşdar bûn.

Di pêşangehê de, tirî, hingiv, hinar,  çend cûrên gulan û hinek berhemên din ên xwemalî hatin pêşandan.