Li Hewlêrê trafîka hevdîtinan

Li Hewlêr di rojên dawî de hevdîtinên rayedarên Iraq û Bexdayê zêde bûye. Duh serokkomarê Iraqê Berhem Salih serdana Başûrê Kurdistanê kir û bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya. îro jî bi serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê re bicive. Herwiha serokkomarê Iraqê wê di van saetane de jî serdana Parlamentoya Herêma Kurdistanê bike. Li rex vê îro jî serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî jî serdana Hewlêrê dike. Tê gotin ku serdana serokkomarê Iraqê û rayedarên Iraqê ji bo hişyar kirina herêmê ye.


Duh serokkomarê Iraqê Berhem Salih serdana Başûrê Kurdistanê kir û bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya. îro jî bi serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê re bicive. Herwiha serokkomarê Iraqê wê di van saetane de jî serdana Parlamentoya Herêma Kurdistanê bike. Li rex vê îro jî serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî jî serdana Hewlêrê dike

Li gorî ragihandinên hizbên nêzî desthilata Başûrê Kurdistanê, di civîna Berhem Salih û Nêçîrvan Barzanî de behsa pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de hatiye kirin. Herwiha hat gotin ku di civînê de behsa mijara bûdçeya giştî ya sala 2020’an a Iraqê, madeya 140 û metirsiyên terorê hatiye krin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ne fermî hatine belav kirin, sedemê serdana serokkomarê Iraqê hişyarkirina desthilatdarên Herêma Kurdistan a di derbarê lihevkirina bi Hikumeta Iraqê re ye. Ji ber ku tê gotin ger carek din Herêma Kurdistanê neftê radestî Iraqê neke, bûdçeya herêmê û mûçeya welatiyan di keve metirsiyê.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih duh serdana serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Îro jî wê serdana serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî bike. Tê payîn piştî wê serdana seroka parlamentoya Herêma Kurdistanê bike. Tê payîn heman mijarên bi serokê herêmê re hatine nîqaş kirin, werin guftugo kirin.

Li aliyek din biryare îro serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî serdana Herêma Kurdistanê bike. Li gorî agahiyan wê Helbusî jî bi serokê herêmê, serokê hikumetê û rayedarên herêmê re bicive. Li gorî agahiyan armanca serdana serokê Parlamentoya Iraqê û serokkomarê Iraqê yeke.

Serdana berpirsên Iraqê di demek de ye ku pêwîst bû duh şandek Hikumeta Herêma Kurdistanê serdana Bexda bikirba. Lê serdan  ji bo demek nediyar hat taloq kirin.

Pirsgirêkên dinavbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de her ku diçe zêde dibe. Serokwezîrê Iraqê û aliyên Şuî bi giştî serdana herêmê nekirine. Weke tê gotin Iraq ne amadeye pêşwaziya şandeya Hikumeta Herêma Kurdistanê bike.

Hêjayî gotinê ye duh parlamenterê Iraqê yê li ser fraksiyona Ayînde Serkewt Şemsedîn ji Rojnews re axivî bû û gotibû; “Herêma Kurdistanê daxwaza 24 milyar dolar, deynê karmendên sala 2014’an bê dayîn dike. Herwiha daxwaza 80 milyar dolar bûdçeya salên borî dikin. Di heman demê de herêm amade nîne ku neftê radestî Bexda bikin û daxwaza deynê kompanyayan bikin. Ev mercane weke sedemê astengiya ber guftugoyanin.”

(nr)