Li Kerbela û Enbar operasyona dijî çeteyên DAIŞ’ê destpêkir

Operasyona pêncem ya îradeya Nesr ji bo paqijkirina çeteyan ji Başûrê Enbar û Bakurê Kerbela destpêkir.


Li gorî daxuyaniya cîgirê fermandeya operasyona hevbeş ya Iraqê Reşîd Yarela, piştî serkeftina operasyona qonaxa çarem ya dijî çeteyên DAIŞ’ê, îro danê sibê bi fermana serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî operasyona qonaxa pêncem dijî çeteyên DAIŞ’ê hatiye destpêkirin.

Li gorî daxuyaniyê operasyon li Başûrê Enbar û Bakurê Kerbela li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatiye destpêkirin.

Hêzên Iraq, Heşdî Eşayerî, Heşdî Şebî, polîs, hêzên asmanî yên Iraq û balafirên hevpeyamana navnetewî tevlî operasyona dijî çeteyên DAIŞ’ê bûne.

(nr)