Li Lîbyayê bota koçberan noq bû: 15 mirî

Li peravên Lîbyayê bota koçberan noqî avê bû, di encamê de 15 kes mirin.


Heyva Sor a Lîbyayê, eşkere kir ku bota ku ji bajarê Sabrathayê bi rê ket, li nêzî peravên Misratayê noqî avê bû. Hate ragihandin, ji 23 koçberên di botê de bûn, herî kêm 15 kes mirine.

Li gorî daxuyaniyê, koçberên ji Sabrathayê bi rê ketin û sax man, piştî hewldanên 11 rojan gihîştin peravên Mîsratayê.

Hate ragihandin, ji koçberên jiyana xwe ji dest dane 3 jê jin in û temamiya wan ji welatên Afrîkayê ne.

Ji sala 2011'an dema hilweşandina desthilatdariya Mûamme Kaddafî, bi milyonan mirovan koç kirin û hewl dan xwe bigihînin Îtalyayê. Her sal bi hezaran koçber li ser rêya Îtalyayê li Derya Spî jiyana xwe ji dest didin.

(bz)