Li Loristanê ji ber lehiyê 14 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Loristanê heta niha 14 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane û li gorî pêşbiniyên destpêkê heta niha 15 hezar milyar tumen ziyana parêzgeha Loristanê bûye.


Her ku diçe li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bilançoya lehiyê zêde dibe. Rêveberê Tiba Edlî ya Parêzgeha Loristanê Cemîdraze Nezîfî îro eşkere kir ku heta niha ji ber lehiyê 14 cenaze gihîştine Tiba Edliyê ku xelkên 7 bajarên wê parêzgehêne.

Herwiha Cîgirê Waliyê Loristanê Ehmed Muradpur eşkere kir ku li gorî pêşbiniyên destpêkê 15 hezar milyar tumen ziyan bi parêzgeha Loristanê bûye.

Li gorî raporên hinek Torên Rêxistinên Mafên Mirovan û torên civakî tevî ku li bajaran lehî kêm bûye jî, lê hîn hinek gund di dorpêça lehiyê de. Herwiha riya ketina bajarê Meemulan nehatiye vekirin. Rêxistinên dewletan weke pêwîst hewara mexdûran naçin. Niha li zêdetirî 500 gundan ava vexwarinê nîne.

(ab)