Li Ranya ji ber ceyranê rêveberek dibistanê mir

Rêveberê dibistana sereteyî ya li herêma îdareya Raperîn ceyranê girt û jiyana xwe jidest da.


Duh bi şev rêveberê dibistana li gundê Boskên a ser navçeya Ranya a ser bi îdareya Raperîn ceyranê girt û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyên polîsên Raperîn, navê kesê jiyana xwe ji dest dayî Soran Mihemed Xidir’ê 34 saliye. Li gorî agahiyên malbatê Soran dema ku dixwest sêla televziyonê çêbike, ceyranê girtiye û jiyana xwe ji dest daye.