Li Rojhilatê Kurdistanê jinek dawî li jiyana xwe anî

Li rojhilatê Kurdistanê li gorî îdeayan jinek ji ber zextên malbatî, dawî li jiyana xwe anî.


Li gorî agahiyên ketine destê ajansa me de, îro li gundê Mewî a ser bi bajarê Dîwandere a ser bi Sineyê, jina bi navê K.M (40) bi ben xwe xeniqandiye.

Li gorî zanyariyan K.M dayîka 2 zarokan bû û ji ber zextên malbatê, dawî li jiyana xwe aniye.

(nr)