Li Rojhilatê Kurdistanê lehî rabû

Ji ber baran barînek zêde li piraniya bajar, navçe û gundên Rojhilatê Kurdistanê lehî rabû. Di encama lehiyê de ciwanek jiyana xwe ji desda û gelek ziyanên madî çêbûn. Rêya gelek gundan jî hate girtin.


Îro ji ber baran barîna zêde ya li Rojhilatê Kurdistanê, li Piraniya bajar, navçe û gundan lehî rabû. Li bajarê Serpêl Zehaw yê ser bi parêzgeha Kirmaşan di encama lehiyê de ciwanekî jiyana xwe ji destda. Li piraniya Rojhilatê Kurdistanê jî lehiyê bi xwere gelek ziyanên madî çêkir. Gelek rê û cade xira bûn.

Xelkê Serpêl Zehaw ev zêdetirî saleke ji ber ziyanên erdhejê dibin çadir û konteyneran de dijiyan.  Ji ber lehiyê welatî carek din mexdûr bûn û gelek ziyanên madî gihiştin welatiyan.

Ji ber lehiyê rêya gelek gund û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê qut bûne, xetên ava vexwertinê xera bûne. Ziyan bi bax û rezên gundiyan ketine,herwiha gelek lawirên gundiyan telef bûne.

(şk)