Li Sengeser qeza: 1 mirî

Li bajarokê Sengeser qeza çêbû û di encamê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.


Li bajarokê Sengeser a ser bi navçeya Pişder a ser Silêmaniyê, qezayek trafîkê çêbû. Li gorî agahiyan qeza li ser rêya sereke ya taxa Hawarî Nû a li Sengeser çêbûye.

Heriha hat zanîn traktorek û otomobêlek li hev qelibîne. Di encamê de şofêrê traktorê jiyana xwe ji dest daye û şofêrê otomobêlê jî birîndar bûye.

(nr)