Li Silêmaniyê kes ji serma mir, li Hewlêr kesek hate kuştin

image_print

Duşem, 30 Jan 2017 – 19:28 

Li Silêmaniyê kes ji serma mir, li Hewlêr kesek hate kuştin

Li bajarê Silêmaniyê ji ber sermaya dijwar kesekê jiyana xwe ji dest da û li Hewlêrê jî kesek ji aliyê du hevalên xwe ve bi kêrê hate kuştin.


NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Silêmaniyê vê êvarê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku şevê din li Taxa Aştî ya Silêmaniyê kesek çûye li avahiyek çend qat a hîn temam nebûyî û li wir ji serma jiyana xwe ji dest dide.

Hate ragihandin kesê ji serma mirî 37 saliye û di encama lêkolînên hatine kirin de derket holê ku ew kes ji serma miriye, ji ber ku ti şopên din li ser bedana wî nîne.

Ji aliyê din ve îro polîsên Hewlêrê jî ragihand ku şevê din sê ciwan ji bo geştyariyê çûne li gundê Bereke yên bajarokê Hîranê, lê dû ji wan hevalê xwe yê ligel wan kuştine.

(ab)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist