Malbata Rojavayî ku ji malê hate derxistin benda alîkariyê ye

Malbatek xelkê Rojavayê Kurdistanê, ji mala ku tê de dima hate derxistin. Malbat 3 roj bû li ser şeqamane. Malbatê bang li rayedaran kir daku cihek bidin wan û alîkariya wan were kirin.


Beriya çend rojan malbatek Rojavayê Kurdistanê ku penaberê Başûrê Kurdistanê bûye, 7 mehe li Silêmaniyê jiyan dikin. Malbat di malek bi kirê de bû, lê ji aliyê xwediyê xanî ve têne derxistin. Malbata ku ji 11 endaman pêktê û piraniya wan jin û zarokin, bê xaniye û li benda alîkariyê ye.

Li gorî malbat dibêje, rêveberiya Kampa Erbetê jî cih nedane wan. malbat 2 roj man ber derê Kampa Erbetê, lê ji ber rêveberiya Erbetê cih nedan wan malbat zivirîne Tasluce û li baxçeyek civakî de bicih bûn.

Endamek malbatê yê bi navê Hesen got ku ew ji aliyê asayîşa bajarokê Erbet û asayîşa kampê ve hatiye êşkence kirin. Hesen got; “Dema ku em çûn ber derê kampa Erbet, rêveberê kampê hat ji mere got we çi divê. Me jî got em bê cihin û em dixwazin hun me livir bicih bikin. Rêveber jî ji mere da zanîn ku ger hun neçin, ewê xeber bidin asayîşê. Piştre asayîşa kampê hat û ji mere diyarkir ku rewş wihaye. Lê asayîşê êşkence li me kir û ji mere gotin ku divê hun ji vir biçin. Herwiha ji mere gotin ger hun ji vir neçin emê we bişînin Hewlêr yan jî Rojava.”

Malbatê ji neçarî carekdin berê xwe da xaniyên bi kirê. Lê ji ber xanî bihabûn, malbatê nekarî bikeve xaniyek din.

Jina bi navê Şîrîn Mihemed ya ji heman malbatê jî axivî û got; “Em dixwazin cihek ji bo me were peydakirin. Ev 3 roje em bi zarokên xwe ve, ji derve dirazin. Em tenê dixwazin alîkariya me bê kirin û me ji vê rewşê derbixin. 

Li gorî agahiyên ketine destê ajansa me de, niha Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Suriye, ya li Herêma Kurdistanê bi hewara malbatê çûne û bi awayek demkî cihek ji wan re dîtine. Hate zanîn ku ji bo pirsgirêka malbatê were çareser kirin, endamên nûnertiyê bi aliyên peywendîdar re di nava peywendiyan dene.

(nr)