MXDŞ: Bila Çarşema Sor bibe wesîleya tifaqa Êzidî

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî cejna serê salê ya Êzidiyan Çarşema Sor li tevahî civaka Êzidî pîroz kir û xwest ku ev cejn bibe cejna tifaqa Êzidî. Meclîsê bang li Êzidiyên ji ber fermanê koç kirine jî kir û ji hemû xwest ku vegerin ser axa. 


Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi boneya cejna serê salê ya Êzidiyan Çarşema Nîsanê (Çarşema Sor) peyameke pîrozbahiyê weşand û cejnê li tevahî civaka Êzidî pîroz kir.

Peyama Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê wiha ye,

“Em cejna serê salê ya gelê xwe pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya tifaqa civaka Êzidî. Pêwîste gelê me li dijî hemû êrîş û fermanan xwedî li çand û baweriya xwe ya hezarî salan derkeve. Divê em weke civaka Êzidî ji bo Êzîdxaneke azad dest bidin hev û Êzîdxanê bi yekîtiya xwe bixemilînin. Ji bo pêkanîna tifaqa xwe jî cejna serê salê dibe wesîleyeke baş.

‘Divê gelê me vegere ser axa xwe’

Em careke din weke meclîsa xweser û tevahî saziyên Şengalê bang li gelê xwe dikin ku berê xwe bidin ser axa xwe û cejna xwe ya pîroz li Êzîdxanê pîroz bikin. Gelê me yê ji ber fermanê koç kirine 5 sale li cejna xwe li derve pîroz dikin. Em bihêvîne ku em sala bê bihevre û li Şengalê cejna Çarşema Sor pîroz bikin.