Nanê Dengê Şîvê

Gelê Êzidî, destek û alîkariya ji bo wan hatiye kirin li kûrahiya hişê xwe diparêz e û wekî kevneşopiyekê bibîr tîne. Malbata Êzidî ku 121 sal beriya niha ji ber fermanek Osmaniyan xwe spartibû Rojavayê Kurdistanê, nanê ji bo wan hatiye amadekirin, her sal rojek Çarşemê çêdikin. 


Di sala 1898'an de dewleta Osmaniyan êrîşî Şengalê kir û komkujî pêk anî. Gelê Şengalê yê ku karîbû xwe ji fermanê xilas biek, dîsa ketibû ser rêya koçberiyê û belavî deverên Kurdistanê bûn.

Malbata Xanê yek ji malbatên ku ji fermanê xilas bûne ye. Dayika bi navê Xanê Çerûta 4 zarokên xwe yên bi navê Ehmed Îsa, Husên Îsa,Qoto Îsa û Bekir Îsa digere ba xwe, derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe.

Xanê û 4 zarokên wê, xwe dispêrin mala yek ji mezinên Eşîra Cibûr Mehemed Emîn Mislit. Mislit li wan xwedî derdikeve û heta demekê dike mêvan.

Di wê demê malbata Mislit ji bo Xanê û 4 zarokên wê nanek taybet çêdikin.

Dema vî nanî dixwin, Xanê Çerûta ji zarokên xwe re dibêje “ez bi hêvî me ku dema em bi saxî û silametî li welatê xwe vegeriyan em jî her sal vê xwarinê çêbikin.”

Piştî demekê rewşa Şengalê aram dibe û malbata Xanê jî vedigere warê xwe û li gundê xwe Barê bicîh dibe. Li ser daxwaza dayika Xanê, kurê wê yê mezin Ehmed Îsa dest bi çêkirina vî nanî dike.

Çêkirina nan ji wê demê ve, wekî kevneşopiyekê ji aliyê nifşên nû yên malbatê ve tê çêkirin.

Nanê ku navê, “Nanê Dengê Şîvê” lê hatiye kirin, her sal di meha îlonê rojeş Çarşemê de tê çêkirin. Nanê ku 121 salin tê çêkirin, tenê di 3 salên piştî fermana 73’yan a sala 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû pêkanîn, nehatiye çêkirin.

Piştî fermana 2014’an îsal careke din dest bi çêkirina Nanê Dengê Şevê hat kirin. Niha nan li komelgeha Digurê ya Şengalê tê çêkirin. Dema nan tê çêkirin, welatî jî serdana malbatê dikin û dixwin.

Nanê ku ji aliyê dayikan ve tê çêkirin, wiha tê amadekirin:

Destpêkê 4 hevîrên mezin bi rûnê pez tên stirandin, piştre herçar hevîran dikin yek û liser yek sêlê wekî yek perçe tê pijandin. Piştî pijandinê cardin rûnê pez û hingiv li ser tê rijandin û ji bo xwarinê tê amadekirin.

Ji ber ku 121 sal beriya niha ev nan li ser agirê daran hatiye çêkirin, niha jî bi heman rengî li ser agirê daran tê çêkirin.