Nexweşxaneya Sozî bûye hêviya nexweşên Şîzofren

Nexweşxaneya Sozî Derûnî yekemîn nexweşxaneya ku li herêma Kurdistanê ku 10 sale bûye startgeha nexweşên jin yên Şîzofren. Heya niha zêdetirî 300 nexweşên jin divê nexweşxaneyê de hatine derman kirin û baş bûne.


Nexweşxaneya Sozî dikeve komelgeha Tasluce a ser bi bajarê Silêmaniyê. Di sala 2009’an de bi pêşengtiya Yekitiya Jinan hatiye ava kirin. Herwiha dibin çavdêriya Hikumeta herêma Kurdistan û Wezareta Tendirustiyê ve tê rêvebirin. Deriyê nexweşxaneyê ne tenê ji bo bajarek, ji hemû bajar û navçeyên herêma Kurdistanê vekiriye.

Ev nexweşxane nexweşên Şîzofren yên jin ku temenê wan dinavbera 18-63’an de digre. Ev nexweşxane ne tenê ji bo derman kirina nexweşên Şîzofren, di heman demê de ji bo ku ew nexweşên tên derman kirin carek din bikevin nava civakê jî kar dike.

Li vê nexweşxaneyê ji bilî odeyên dixtoran, hinek odeyên muzîk, stran, karê dest û sînemayê jî hene. Nexweşên Şîzofren rojane ji bo çareseriya nexweşiyê di van odeyan de demê xwe derbaz dikin. Ji bilî vê cihên geştiyarî û bazara wê jî heye.

Şertê wergirtina Nexweşxaneya Sozî jî heye. Yek ji van şertane divê kesê/a nexweş ji aliyê malbata wê ve bê birin. Destpêkê lijneya derûnî dibîne û piştre jî ji aliyê rêveber ve tê pejirandin. Herwiha jinên din yên nexweş, û bêkes, jî bi kefaleta aliyek yan jî kesek tên girtin.

Di nexweşxaneyê de odeyek taybet ya singer ku xwedî ronahiyek zêdeye heye. Ti amêr û tiştek din di vê odeyê de nîne. Ev ode ji bo nexweşên jin yên ku nexweşiya wan gihiştî astek bilind yan jî asta dawî ya xwe kuştinê de tê bikaranîn. Heya nexweş hinek aram bûyî dixin vê odeyê de.

Rêvebara nexweşxaneyê Lave Dara got ku niha di nexweşxaneyê de 7 kes li gel wanin û hatine derman kirin. Lê ji ber ku ti kes nîne wan nexweşan bigrin gel wane di nexweşxaneyê de mane. Dara da zanîn ku divê ji bo kesên bi vî awayî tên derman kirin û bê xwedî, cihek taybet were avakirin. Dara destnîşan kir ku wana gelek caran ji bo vê yekê serlêdan li cihên peywendîdar dane, lê ti bersivek nedane wan.

Dara di dewamê de got; “Gelek caran mirovên xêrxaz û dost alîkariya me dikin. Herwiha dema ku malbat nexweş tênin ji bo derman kirinê yan jî çareserkirina nexweşiyê, hejmar û navnîşanên xwe xelet didin me. Dema ku pêwîstî bi malbatê dîtin em li wan digerin lê navnîşanên xelet didin me û em xwe nagihînin. Ji bo vê em serî li asayîşê û hêzên ewlekariyê didin. Ji ber ku nabe em zêde kesan bihêlin, em tenê dikarin 40 kesan werbigrin.”

Zana Cebar weke derûnnasek di nexweşxaneyê de kar dike. Cebar ji bilî çareser kirina nexweşiyê jî weke mamostayek yê muzîkê jî kar dike. Cebar li ser kesên bi nexweşiya Şîzofren ketine jî got; “Gelek sedemên wê hene, evane jî malbatî, civakî û aborî ne. Hinek jî peywendiya xwe bi hevjiniyê ve jî girêdaye.”

Yek ji nexweşên di Nexweşxaneya Sozî de ku nexwest navê xwe bide ji RojNews re axivî. Temenê nexweş nêzîkî 45 saliye. Nexweşa ku nexwest navê xwe bêje got ku gelek caran bêhna wê teng dibe. Herwiha got ku ew ber bi başbûnê ve diçe û di qonaxa dawî ya çareseriyê deye.

 

 (nr)