Parlementerên Iraqê daxwaza derxistina hêzên biyanî dikin

Parlementerên Iraqê daxwaz dikin pêşniyarqanûna derxistina hêzên biyanî ji Iraqê careke din bikeve rojeva parlementoya Iraqê.


Parlementerên Iraqê yên ji Koalîsyona Fetîh û Koalîsyona Esaîp Ehlî Heq daxwaz dikin hêzên biyanî ji Iraqê derbikevin.

Îro Parlementerê Koalîsyona Fetîh Henîn El Qedum li Bexdayê daxuyaniyeke çapemeniyê da û di têde daxwaza derxistina hêzên biyanî ji Iraqê kir.

El Qedûm pêşniyarqanûna derxistina hêzên biyanî bibîrxist û diyar kir divê careke din bikeve rojeva parlementoyê. El Qedûm her wiha êrîşên li dijî hêzên Heşdî Şebî jî weke êrîşên ne rewa binav kir û got, “Divê mijara derxistina hêzên biyanî li parlementoyê bê nîqaşkirin.”

Duh parlementerên ji Koalîsyona Esaîp Ehlî Heq jî daxwaznameyek li ser derxistina hêzên biyanî, bi îmzeya 53 parlementeran pêşkêşê serokê parlementoya Iraqê kir.

Destpêkê koalîsyona Saîrûn ku ya herî mezine pêşniyarqanûna derxistina hêzên biyanî pêşkêşê parlementoyê kiribû. Lê ji ber astengiya hinek komên Sûnî û Kurd ev pêşniyarqanûn heya niha neketiye rojeva parlementoyê û di dengdanê re ne hatiye derbaskirin.

Malpera Analîz û Lêkolînê ya girêdayî AKP’ê jî di lêkolîneke li ser girîngiya baregehên Tirkiye li Iraqê de nivîsîbû û di têde hatibû gotin ku divê Tirkiye bi ti awayî rê nede, pêşniyarqanûna derxistina hêzên biyanî ji Iraqê, bikeve dengdanê. Malperê diyar kiribû eger ev pêşniyarqanûn di dengdanê re derbas bibe û were qebûlkirin, wê Tirkiye jî bigire nava xwe û wê zextên derxistinê li dijî Tirkiye jî bidin destpê bikin.

(bz)