Pêşmergeyek li Kerkûkê jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Kerkûkê, pêşmergeyek dema bi demançeya xwe dilîzî, gule teqiya û di encamê de jiyana xwe ji dest da.


Li nêzî nexweşxaneya Rehîmawa ya bajarê kerkûkê, pêşmergeyek bi qezayê mir.

Çavkaniyek ji navenda polîsên Rehîmawa ji Rojnews re axivî û got; “Dema ku pêşmergeyek bi demançeya xwe dilîzî, gule teqiyaye û di encamê de jiyana xwe ji des da. Li gorî malbat dibêje, bûyer bi zanabûn pêknehatiye û qezaye.”