Pêwîstiya herêmê bi 250 mîlyon lître nefta spî heye

În, 6 Berfanbar 2019 – 07:25  BOTAN GERMIYANÎ/ROJNEWS

Pêwîstiya herêmê bi 250 mîlyon lître nefta spî heye

Hikûmeta Iraqê ku diyar kiriye ji bo 4 parêzgehên Herêma Kurdistanê 50 mîlyon lître nefta spî bişîne jî, li gor rayedaran pêwîstî bi 250 mîlyon lître nefta spî heye.


Bi hatina demsala zivistanê û sermayê re mijara neftê careke din bûye rojev. Hikûmeta Iraqê ku diyar kiriye ji bo 4 parêzgehên Herêma Kurdistanê 50 mîlyon lître nefta spî bişîne jî, li gor rayedaran pêwîstî bi 250 mîlyon lître nefta spî heye.

Têkildarî mijarê Endamê Lijneya Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Kerîm Elî ji Rojnews re axivî.

Kerîm Elî destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê buhayê lîtreyek nefta spî weke 150 dînar diyar kiriye û got, “Heke her bermîlek 220 lître be, bermîlek neft dike 33 hezar dînar. Tankerek ku 36 hezar lître hildigire û ew jî dike 166 bermîl neft ji cihê sefandina neftê ya li Bazyan heta Kelar kirêya wê 250 hezar dînar e. Yanî kirêya veguhastina bermîlekê dike 1500 dînar. Hikûmeta Iraqê nirxê bermîleke 220 lître weke 33 hezar dînar diyar kiriye, kirêya wê û 1500 dînar jî wekî din ji bo hinek tiştên rûtin, heta bigihêje welatiyan wê bibe 36 hezar dînar. Lê belê niha ji aliyê wezareta encûmena serokatiyê ve nirxê bermîlekê weke 46 hezar dînar hatiye diyarkirin. Yanî li gor wê serê her bermîlekê 10 hezar dînar zêde werdigirin.”

‘250 mîlyon neft pêwîst e’

Kerîm Elî, têkildarî pêwîstiya bi nefta spî jî wiha axivî; “Ji bo her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê 250 mîlyon nefta spî pêwîst e. Li gor her malbatekê tenê ji bo parêzgeha Silêmaniyê, îdareya Germiyan û Parêzgeha Helebce 110 mîlyon lître nefta spî hewce ye.”

‘Divê hikûmet bikeve nav hewldanan’

Kerîm Elî diyar kir ku divê hikûmeta herêmê û wezaretên pêwendîdar di demeke herî nêzîk de hewl bidin ku ji bo welatiyên herêma Kurdistanê nefta spî dabîn bikin û got, “Ji ber zivistan û sermayê dest pê kir. Ji bo  germkirinê pêwîstiya welatiyan nefta spî heye.”

Kerîm Elî têkildarî dabînkirina nefta spî ya ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê got, “Der barê vê mijarê de hikûmeta herêmê meha 9’an kom bû û qebûl kir ku ji bo her malekê bermîleke nefta spî dabîn bike. Lê belê heta niha ji bo vê ti kar nekiriye. Ya heye jî tenê ya ji aliyê Iraqê ve hatiye şandin e.”

(yş)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist