Piştî 7 rojan cenazeyê Îmad hat dîtin

Ciwanê bi navê Îmad Osman roja 6’ê Îlonê bi hevalên xwer çûbun geştiyariyê û ji wê rojê ve wenda bibû. Îro cenazeyê Osman hat dîtin.


Roja 6’ê Îlonê ciwanê bi navê Îmad Osman (22) bi komek hevalên xwe re ji bo geştê çûn Geliyê Şêrane a ser bi navçeya Amêdiyê a ser bi Dihokê. Îmad ji wê rojê ve wenda bibû û aqûbeta wî nedihat zanîn.

Rêveberiya parastina şaristaniya Dihokê di daxuyaniyek xwe de got; “Tîmên me li Şêladizê piştî 7 rojan karîn cenazeyê Îmad ê xelkê Hewlêrê di avê de bibînin û derbixin.”

Cenazeyê Îmad ji bo lêkolînê şandin otopsiyê şandin Dihokê.

(nr)