Qedexeya derketina ji derve gefê li berhemên çandiniyê dike

 Cotyarên Herêma Kurdistanê ji ber ku ji ber qedexeya derketina ji derve nikarin biçinn karê çandiniyê bikin û berhemên demsalî biçînin gazindan dikin û gotin;”Her çiqas biryar hatiye dayîn ku alîkariya cotyaran were kirin, lê alîkarî weke pêwîst nîne. Eger rewşa wiha biçe, wê berhemên çandiyê îsal kêm be.”


Li Başûrê Kurdistanê dema çandina berhemên weke bacan, xiyar, kulind, tirusî û çend berhemên din e. Lê, ji ber ku ji ber vîrûsa korona biryara qedexeya derketina ji derve heye, rê nayê dayîn cotyarên Silêmaniyê û Helebce serdena zeviyên xwe bikin û karên xwe yên çandiniyê bikin. Lewma cotyar bi gazindin.

Cotyar eşkere dikin ku ger neçin li ser zeviyên xwe û serdana baxçeyên xwe nekin, wê di pêşerojê de berhemên wan xerab bibin, kêm berhem bidin û pirsgirêk derkeve.

Li Şarezûr dema dermankirina berhemên hatine çandin, kêlan û kişana xetane. Bi taybet kesên ku şitil şandine divê dem dem av bikin. Herwiha li Hewraman jî niha dema kezaxtina daran û binkolkirina wane. Lê weke pewîst, destûr nayê dayîn biçin di nava zeviyên xwe de û karên xwe bikin.

Hîwa Îsmaîl li Helebce dimîne û xwediyê baxçeyê hinaran, guz, tu û çend berhemên dine. Hîwa Îsmaîl diyar kir ku ji dema biryara qedexeya derketina ji derve hatiye dayîn ve serdana baxçeyê xwe nekiriye û got;” Salane li baxçeyên min nêzî 3 ton berhem dihat. Niha pêwîstî bi kezaxtina darane. Ger hêsankarî hebe jî kême. Ji ber ku hinek kesên din bi navê baxçevaniyê ve ji bajêr derdikevin û mafê me jî tê binpêkirin. Her çiqas ev qedexe ji bo berjewendiyên giştî be, lê divê ji aliyê hikûmet û aliyên peywendîdar ve alîkariya me were kirin. Eger neyê kirin wê ji bo pêşerojê  aboriya me bi giştî bikeve metirsiyê de.”

Serokê Lijneya Çandiniyê û Çavknaiyê Avayê ya Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê Kastiro Mehrof li ser mijarê axivî û got;”Bi her awayî alîkariya cotyaran dikin. Bila bi riya telefon, yan bi riya nivîskî peywendî bi aliyên peywendîdar yan jî qaymeqamtiyê re bikin. Bi taybet cotyarên ku berhemên xwe tînin bazarê. Tişta pêwîst be em ê bikin.”

Di 23’ê Adarê de Wezarata Çendiyê bi daxuyaniyekê bang li xwediyê zeviyanên çandiniyê û projeyên çandiyê û kompanyayên ziraetê kir ku ji bo wergirtina destûrnameya hatinûçûnê serdana Rêveberiyên Daîreyên Zireatê yên navçe û bajarên lê ne bikin. Lê, cotkar dibêjin ku weke pêwîst alîkariya wan nakin.

Herwiha Paramenterê Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd eşkere kir ku hejmarek cotyar peywendî bi wan re kirine ku pirsgirêka wan a hatin û çûna li zeviyên çandiniyê hene û got;” Ji ber deqexeyê ji bo wan pirsgirêka çûna li ser zeviyên çandiniyê derketiye. Bi taybet ku niha dema çandina hinek berhemane û hinek berhem jî çêbûne divê pêşkêşî bazarê bikin. Me daxwazê wan gihand Wezîrê Hundirin Rêber Ehmed. Ji bo ku bikarin serdana zeviyên xwe bikin.”

(ab)