Rêveberê Tilezêrê îstîfa kir

Rêveberê bajaroka Tilezêr ya ser bi Şengalê, Şekir Milhem diyar kir ji ber hikûmeta Iraqê derfetên xizmetkirinê jêre nasnakiriye û nekariye wezîfeya ku jêre hatiye dayîn pêk bîne, îstîfa kir.  


Rêveberê bi wekalet yê bajaroka Tilezêr ya ser navenda Şengalê Şekir Milhem şevê din bi daxuyaniyeke çapemeniyê îstîfa xwe da.

Milhem diyar kir ku ew tenê bi nav rêveber bûye û heya niha nekariye ti xizmetek ji Tilezêr re bike, ji ber vê jî îstîfa kir.

Şekir Milhem di dewama axaftina xwede rexne li hikûmeta Iraqê kir ku heya niha wî weke rêveberek cidî negirtine û got, “Hikûmeta Iraqê heya niha jî bi awayeke cidî nêzî rêveberiya vê bajarokê nebûye û derfetên ji bo xizmet kirinê jî pêşkêş nekiriye. Rêveberê berê yê Tilezêrê ku di dema 18’ê Cotmehê de çû herêma Kurdistanê jî ji ber zextên hinek aliyên siyasî nekariye tiştek ji bo Şengalê bikin. Kî were cihê min ez lê pîroz dikim.”

Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê ku pêşmerge û rêveberên hinek bajarok û navçeyên Şengalê jî herêmê valakirin û li dewsa wan hêzên ser bi Heşdî Şebî ketinê. Yek ji wan rêveberên ku cihê xwe terk kiribû jî rêveberê bajaroka Tilezêr bû. Ji ber vê hêzên Heşdî Şebî bi wekalet Şekir Milhem ji bo rêveberiya Tilezêrê erkdar kiribû.

 Wê kî bikeve şûna Milhem hîn diyar nîne.

(bz)