Şaredariyê desteka çandiniyê da malbatên vegeriyane Til Izêr

Li bajaroka Til Izêr a girêdayî Şengalê, piştî ku herêm ji teqemeniyan hat rizgarkirin, hinek malbat vegeriyane ser warê xwe. Şaredariya Şengalê jî, li gel baqijkirina bajarokê, desteka çandiniyê da malbatan.


Bajaroka Til Izêr di 28’ê gulana 2017’an de ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin û ketibû bin kontrola Heşdî Şehbî. Lê ewlekariya bajarokê di 16’ê cotmeha 2018’an de radestî Yekîneyên Berxwedana Şengalê, Asayîşa Êzidxanê hatibû kirin.

Piştî vê radestkirinê, li herêmê dest bi paqijkirina madeyên teqemeniyê hatibû kirin û piraniya herêmê hat paqijkirin. Lê ev xebat hîn dom dike.

Li aliyê din jî, li cihên ku ji teqemeniyan hatine paqijkirin, Şaredariya Şengalê ya girêdayî Meclîsa Xweseriya Demokratîk jî, xebatên paqijiya derdorê dan destpêkirin. Her wiha ji bo çend malbatên ku vegeriyane ser malên xwe jî, destek da.

Ekîbên şaredariyê di vê çarçoveyê de îro li Til Izêr baxçeyên malbatan kolan û di çandiniya zebze de alîkarî da.

Rayedarên şaredariyê diyar kirin ku dê ev alîkariyên wan dom bikin.