Senan Mecîdê astengdar: Li beramberî zehmetiyên jiyanê çok nedaynin

Senan Mecîdê temen 40 salî astengdare û ev 15 salin li bajarokê Rewanduzê debara xwe bi çêkirina pêlavan derbazdike, Senan Mecîd got ku li Herêma Kurdistanê tu giringiyek bi kesên astengdar nayê dayîn. Hewiha daxwaza wî ji kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ewe ku hîn zêdetir giringî bi jiyana kesên astengdar were dayîn û pêdawîstiyên wan werin bicîhanîn.


Senan Mecîd temenê wî 40 sale, xelkê bajarokê Rewanduz a ser bi parêzgeha Hewlêrê ye. Ji ber sistbûna lingên wî ew astengdare û nikare bi meşe. Lê weke hemû mirovên din ên asayî ew jî zewiciye û tevî hemû zehmetiyên jiyanê bawerî bi xwe aniye û tevî hevjîna xwe bi dirûna pêlav û cilûbergan debara jiyana xwe peyda dikin.

Du zarokên Senan hene, hemû rojek saet 08:00'ê sibehê diçe ser karê xwe. Nîvroyan jî li dikana xwe dimîne û li şûna nan ew fêkiyan dixwe û heya saetên direng ên êvarê li ser karê xwe dimîne.

Li bajarokê Rewanduzê tenê Senan karê dirûna pêlavan dike. Rêxistinek amêr û dezgeha dirûnê jêre peydakiriye, ev 15 salin vî karê xwe berdewam dike. Ji bona wê xelkê bajarokê Rewanduz û gundên derdorê ji bo dirûna pêlav, çanta û perdeyan serdana Senan dikin. Senan jî bi vî karê xwe kariye heya astek debara jiyana xwe û malbata xwe pê peyda bike.

Senan diyar kir ku ji bo ew bikare heqê kirêya dikana xwe bide, divê saetên zêde bi xebite. Herwiha got ku di demsala Zivistanê karê wî baştire. Senan got; "Ji berku Zivistanan welatî zêdetir pêwîstiya wan bi çêkirina pêlavên Zivistanê hene. Havînan jî bêkar namînim,  hewildidim mişteriyên xwe razî bikim û karê wan bi ciwan çêkim."

Senan bê male, lê ew di xaniyê bavê xwe de dimîne, ev yek jî barê wî siviktir kiriye, li ser hevjîna xwe jî got; "Hevjîna min jî astengdare,  lê ewjî wekî min keyfa ji karkirinê re tê. Li mal karê dirûna cilûbergên jinan û zarokan dike. Naxwaze bêkar be, dixwaze karê wî bixwe hebe."

Li ser rewşa kesên astengdar jî Senan fikarên xwe anî ziman û diyar kir ku muçeyê astengdaran gelek kême. Herwiha daxwaz ji hikûmet û kabîneya nû kir ku ji bo baştirkirina rewşa astengdaran hîn zêdetir giringî bi kesên astengdar were dayîn.

Herî dawî jî Senan bang li hemû kesên astengdar kir û got, bawerî bixwe bînin, hewil bidin bibin xwedî karê xwe, li beramberî zehmetiyên jiyanê çok nedaynin.

(şk)