Taxa Kenekewa bê xizmetguzariye

Li Taxa Kenekewa ya Silêmaniyê ji ber nebûna xizmetguzarî û coyên avê nexweşî der dikeve. Yek ji pirsgirêka sereke ya taxê nebûna sîstema qalevîzyonanên avê ye. Ev yek jî bûye sedema qirêjbûna jîngeha taxê û ziyan gihandiye tenduristiya şêniyên taxê. Rêveberê Şaredariyê sedema neçareserkirinê krîza aborî nîşan dide.


Li Taxa Kenekewa ya Silêmaniyê gelek sal in welatî ji ber nebûna xizmetguzariyê di şert û mercên dijwar de dijîn. Hîn krîza aborî li Başûrê Kurdistanê nebû, jê re ximzet nehatiye kirin. Niha jî sedema nebûna ximzetguzariyê krîza aborî tê nîşandan.  Tevî ku ceryan, nexweşxane û dibistanên taxê hene jî, lê li taxê hîn sîstema kalezîvyona nehatiye çêkirin û ava qirêj a malan di kolan de di hereke. Ev yek ji bo taxê pirsgirêka herî mezin e. Ji ber ku ava li kolana diherike qirêje û dibe sedema nexweşiyan û bi taybet di demsala havînê de dibe sedema belavbûna nexweşiyan.

Welatiyên taxê ji Rojnews'ê re qala pirsgirêkên xwe kirin û bang li rayadaran kirin ku daxwazên wan pêk bînin.

Neîme Kerîm a ku mala vê nêzî coyek a avê eşkere kir ku dema ku zivistana baran dibare ji ber lehiyê hemû qirêjî tê li wir kom dibe û got ku di demsala havînê de jî ji ber qirêjiyê û bêhnê nikarin ji mal derkevin.

Hewrê Mihemed jî wiha got; "Nebûna kalevîzyona gelek pirsgirêk çêkirye. Hemû gelaş tê li vir kom dibe. Em malên ku cihên wan bilindin pirsgêka wan nîne. Lê ew ên nizmin, av dikeve mala van û divê bi sitlan avê derbixin. "

Welatiyê bi navê Çoman Ebdulmûtelib diyar kir ku heta niha çend caran daxwaz kirine ku pirsgirêkên wan werin çareserkirin, lê tevî ku aliyên peywendîdar soz didin jî, çareser nakin û got; "Timî dibêjin serçavan, lê çareser nakin. Daxwazê ji hikûmetê dikin ku coyan çêbikin û kelevîzyonan çêbikin."

Çoman Ebdulmûtelîb got ku dema ku zarokên wan diçin dibistanê ji ber riyan gelek zehmetiyan dikêşinin.

Rêveberê Şaredariya Tasluce Berzan Reûf têkildarî pirsgirêkên binesazî yên taxê diyar kir ku ji berî krîza aborî ji bo taxê proje hatiya danîn û got ku hebûna krîzê bûye sedema nabûna xizmetguzariyê.

Berzan Reûf li ser pirsa 'Gelo ji bo taxê dibistan û nexweşxane bes in' got; "Ji ber krîza aborî tiştekî ku bikin nebû. Ew pereyê ji bo binesaziyê û xizmetguzariyê pêwîste 7 milyar dînar e. Heta ku ji bo me neyê veqetandin nikarin pirsgirêkan çareser bikin."

(ab)