Vedîtina Rojava ya ji bo testa korona xelat û bawername girt

Vedîtina Komîteya Tendûristiyê ya Rojavayê Kurdistanê ya bi hevkariya PESA, hêjayî xelata afirîneriyê hate dîtin û bawernameya “Iso” ya cîhanî wergirt. Hate gotin, wê du rojên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixin meriyetê.  


Komîteya Tendûristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) bi hevkariya Peymangeha PESA ya Siwêdî ji bo testkirin û tespîta zû ya vîrûsa korona li ser amûrek karkirin û encamên baş bidest xistin.   

Rayedarê peymangeha PESA ya Siwêdî li Rojhilata Navîn Sêrwan Ehmedî eşkere kir ku vedîtina hevpar ku bi alîkarî û hevkariya Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê vedîtina zû ya vîrusa Koronayê xelata afrînerî û bawernameya " Iso" ya cîhanî wergirt.

Ehmedî diyar kir ew dikarin li gel Komîteya Tendûristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê amûra tespîtkirina vîrûsa koronayê di demeke kurt de ji bo hemû welatan amade bikin.  

Endamê peymangeha PESA ya Siwêdê ya li Rojhilata Navîn Sêrwan Ehmed bal kişand ser ku wan tecrûbe li Wohanê yê Çînê ku kaniya belavbûna vîrusa Koronayê ye pêk aniye û encamên erênî da, her wiha sepand ku tecrûbeya wan ji nava tecrûbeyên li ser tevahî astên cîhanê heta niha pêk hatine, ya herî baş e.

Cudahiya vê tecrûbê yan jî kîtê ku ji hêla Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û peymangeha PESA’yê ve hatin keşifkirin ewe ku dikare bertekên li ser giloverkên spî der barê derbasbûna tiştekî biyanî ji laşê mirov re binase, her wiha tu madeyên kîmyawî ku zirarê bigihîne mirov û bandorê li rewşên hewayê bike tê de tune ne. Ev tecrûbe bi rêya birina cire(mestereyeke) ji belxema mirov pêk tê û encamên wê tenê di 30 çirkeyî de diyar dibin.

Sêrwan Ehmedî eşkere kir ku tecrûbeya wan li nexweşxane, navendên tenduristî yên hikumetê û akademiyên Siwêdê jî hatin pêşkêşkirin û bawenameyên navdewletî yên fermî wergirtin û wiha pê de çû: "Tecrûbeya me bawernameyên navdewletî, bawernameyên ISO 9000 ku malbata hêmanên bingehên ên cîhanê ne wergirtin, ku tê de komek ji hêmanên sîstema rêvebirina başbûn û pîvanên ISO’yê hene."

Ehmedî îşaret pê kir ku hin dewlet hewl didin tecrûbeyê bi hedefa reşkirina rûyê kedên ku li Rojavayê hatine dayîn reş bikin û wiha got: "Tecrûbeya me xelata afrîneriyê û bawernameya ISO’yê wergirt, axaftinên der barê vê yekê de tên kirin bi hedefa reşkirina kedên kadroyên bijîşkî yên li Rojava ne."

Ji aliyê xwe ve jî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku dê vedîtina xwe pêkêşî Rêxistina tenduristî ya cîhanê bi rêya peymangeha Siwêdî PEAS bike û bal kişand ser ku dê tecrûbe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di du rojên dîtir de têkeve miryetê.

Çavkanî: ANHA