Welatiyên Rewandiz li benda nexweşxaneyê ne

Yekşem, 1 Berfanbar 2019 – 07:40  ZAHIR ÎBRAHÎM/ROJNEWS

Welatiyên Rewandiz li benda nexweşxaneyê ne

Hîmdanîna nexweşxaneya li navçeya Rewandiz a girêdayî Hewlêr digihêje sala 2013’an û ji wê demê ve tevî pêwîstiyeke girîng e jî der barê avakirina nexweşxaneyê de pêşketin çênebû.


Ji ber pirsgirêkên têkildarî xizmetguzariya li Rewandiz û pêwîstiyên di vê xisûsê de welatî bi fikar in. Ji bo nexweşxaneyeke 50 livîn li navçeyê ku sala 2013 cih hat diyarkirin û hîm hatin danîn jî wê demê ve der barê avakirina nexweşxaneyê de pêşketin çênebû.

Welatî û karmendên tenduristiyê yên navçeyê der heqê mijara xizmetguzariya tenduristiyê de ji Rojnews re axivîn.

‘Pêwîstî bi nexweşxaneyeke mezin heye’

Karmendê tenduristiyê Rêkan Rewandizî anî ziman ku navçe her diçe berfireh dibe û got, “Nexweşxaneya niha li navçeyê têra xizmeta tenduristiyê nake. Nexweşxaneyeke mezin a li gor asta navçeyê hewce ye. Di vê mijarê de girîng e Wezareta Tenduristiyê were agahdarkirin.”

Rêkan diyar kir ku hikûmet li gor deverên din girîngiyê nade Rewandiz û wiha dewam kir: “Gelê Rewandiz pişta xwe dide navçeya Soran. Ev jî çareserî nîne. Pêwîst e Rewandiz xwedî nexweşxaneyeke mezin a bi doktor û dermanan be.”

‘Daxwaza çêkirina nexweşxaneyê dikim’

Welatiyê bi navê Çiya Mikayil jî fikarên xwe yên têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê yên li navçeyê anî ziman diyar kir, biryar bû hikûmet vê nexweşxaneyê çêbike û wiha dewam kir: Tevî nebûna nexweşxaneyeke baş, bizîşkiya li navçeyê jî ne pisporî ye. Daxwaz ji kabîneya hikûmeta nû dikim ku naxweşxaneya li Rewandizê çêbikin.”

‘Proje ji ber krîza aborî sekinî’

Têkildarî mijarê Qeymeqama Rewandiz Kiwêstan Ehmed ev agahî dan Rojnews: “Sala 2013’an biryara çêkirina nexweşxaneyeke mezin li Rewandizê hat girtin. Hîm jî hatin danîn. Lê belê ji ber krîza aborî weke beşek ji projeyên din ev proje jî sekinî. Em bi awayekî cidî hewl didin li navçeyê nexweşxaneyeke mezin çêbikin. Têkildarî mijarê bi Wezareta Tenduristiyê û Parêzgeha Hewlêrê re me guftûgo kir.”

Kiwêstan Ehmed her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên di mijara xizmetguzariya tenduristiyê de jî xebatên wan didomin.

(yş)

 

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist