Wesayîtek di dema tevgerê de agir pêket

Li bajarê Hewlêrê li ser cadeya Mexmûrê wesayîtek di dema tevgerê de agir pêket û şewitî. Li gorî şahidên bûyerê ajokar xwe ji nava wesayîtê avêtiye û rizgar bûye.


Di van saetan de li bajarê Hewlêrê li ser cadeya Mexmûrê wesayîtek di dema tevgerê de agir pêket. Li gorî zanyariyên şahidekî bûyerê daye me, ajokar xwe ji wesîyatê avêtiye û rizgar bûye.

Agir bi alîkariya esnaf û welatiyên nêzî cihê bûyerê ve tê tefandin. Li gorî agahiyê agirkûj nû gihîştiye cihê bûyerê.

(bz)