Xurmatû 120 sale hatî avakirin, lê sîstema trafîkê nîne

Duşem, 19 Nov 2018 – 07:55  HAWRÊ KIRÊKAR/ROJNEWS

Xurmatû 120 sale hatî avakirin, lê sîstema trafîkê nîne

Li navçeya Xurmatû hêjî trafîka bi sîstema lempeyan nehatiye danîn, ji ber vê yekê pirsgirkên trafîkê derdikevin. Ji serê sala 2018’an heya niha di nava Xurmatu de 65 qezayên trafîkê rûdane, di encama van qezayan de 6 kes jiyana xwe ji dest dane û 17 kes jî birîndar bûne.


Navçeya Xurmatû ya ser bi parêzgeha Selahedînê di sala 1900’ê de hatiye avakirin. Piştî wê di sala 1951’an de bû navçe. Lê heya niha sîstema trafîkê ya bi lempeyên ceyranê tê de nîne. Ev jî dibe sedem ku di trafîkê de pirsgirêk derbikevin.

Yek ji şoforên taksiyan Umêd Xurşîd li ser vê yekê axivî û got ku dinava Xurmatu de gelek hatin û çûyînên otomobêlan heye û got: “Rê gelek qelebalixin, şofêr pêwîste di dema karkirina otomobêlê de gelek hestyar tev bigere. Divê di demek zû de sîstema trafîkê ya bi gulupên ceyranê were danîn.”

Fermandarek yê di rêveberiya polîsên trafîka Xurmatû yê bi navê Zenun Kerîm jî li ser heman mijarê axivî û got: “Ji ber nebuna sîstema trafîka bi gulupên ceyranê gelek pirsgirêk di trafîkê de çêdibin. Divê li ser rêyên giştî trafîk werin danîn.”

Bi giştî 5 şeqamên sereke yên  Xurmatû pêwîstiya wan bi trafîkê heye, ji ber ku di van rêyan de gelek hatin û çûyîna otomobêlan heye. Herwiha rêya bazirganiyê ya dinavbera Iraq û Îranê de jî gelek çûyîn û hatin li ser heye. Ev jî pirsgirêkê ji bo trafîka Xurmatû re çêdike.

Welatî û şofêrên navçeyê  bang li hikûmetê dikin daku di demek zû de sîstema trafîkê li navçeyê bê danîn.

https://youtu.be/ImIDIACTUDg?

(nr)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist