Xwasteka ji bo sobeyên dar zêde dibe

Şemî, 23 Nov 2019 – 07:36  ZAHÎR ÎBRAHÎM / SORAN

Xwasteka ji bo sobeyên dar zêde dibe

Bihata zivistanê re ji ber giraniya sûtemeniyê û ji aliyê hikûmetê ve nedayîna sûtemeniyê welatî ji neçarî sopa daran bi kar tînin. Bi taybet xwesteka welatiyên herêma Soran a ji bo bikaranîna sopa daran zêdebûye û diyar dikin ku niha gelek kes weke çenda kevin xwesteka wan ji bo bikaranîna sopa daran heye.


Çêkirina sopayên daran pîşekeyek kevin ê hostayên Kurdistanê ye. Li navçeya Soran a Hewlêrê jî çend hostayên kevin hene ku bi dehan salin vî pîşeyî berdewam dikin û sopayên daran çêdikin.

Sopayên daran ji kevin de ji bo germkirinê tê bikaranin. Bi taybet li herêmên çiyayî ku darê wan zêdeye zêdetir ji şûna sopayên sûtemenê  tên bikaranin. Sopayên daran ji ber ku bi daran tê bikaranin, ji ber birîna daran û dûkela wan ziyan digihî jîngehê. Lê, salane bi hatina demsala zivistanê re, ji ber giranbûna nirxê sûtemeniyê û ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nedayîna nefta malan  welatî neçar dibin ji bo xwe germkirinê sopayên daran bikar bînin.

Hosta Ehmed Cebar yek ji wan hostayane ku li navçeya Sorane ku nêzî 9 salene sopa û tankên avê çêdike. Pîşeyê Hosta Ehmed Cebar ji bavê wî jêre maye û pê debara malbata xwe dike.

Hosta Ehmed Cebar temenê wî 30 salî ye û zewiciye wiha qala sopaya daran kir;”Ji derveyî welatiyên dahata wan kêm, niha gelek kes weke çandekî kevin hez bi karanîna sopaya daran dikin. Bi taybet kesên bi temen.”

Hosta Ehmed Cebar rojane li dikana xwe bi çêkirina sopayên daran ve mijûl dibe û bi hatina demsala zivistanê re kirîn û firotina wan destpêkiriye. Nirxê yek sopaya daran di navbera 30 û 35 hezar dînaran de ye.

‘Ez ji karê xwe hez dikim’

Hosta Ehmed Cebar têkilarî çêkirina sopaya daran got;”Bi yek saçê ku dirêjiya wê 250 santînmetreye û penahiya wê 120 santînmetreye 4 sopayên daran çêdikin. Ji bo çêkirina her sopayekê pêwîstî bi saet û nîv dem heye. Ez ji karê xwe hez dikim û hest bi westanê nakim. Ji derveyî sopayên daran hem amûrên din ji çêdikin.”

‘Her kes nikare neftê bikire’

Hosta Ehmed Cebar têkildarî firotina sopayên daran jî wiha axivî;”Par bazara sopaya daran gelek germ bû. Bi taybet li gundan zêdetir sopaya daran tê bikaranin. Li bajaran jî ger weke par sûtemenî neyê dayîn, bêguman wê gelek kes sopayê daran bi kar bînin. Ji ber ku dar hêsantire û ji nirxê neftê erzantir wê bi dest bikeve. Hêrama Soran herêmek çiyayî ye û gelek sare. Her kes nikare neftê bikire. Li bajarê sopayên amade û yên li Îranê hatin çêkirin hene ku bi nirxek erzane, lê qalîteya wan û madeyên ku bi kar tînin gelek xerabe û çêkirina wan jî ji ya me cûdatire.”

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist