Xwîşk û bira di avê de xeniqîn

Li navçeya Xurmatû ya Selahedînê xwişk û bira di ava Baleco de xeniqîn û zarokek ji hate rizgarkirin.


Li navçeya Xurmatû ya Selahedînê xwişk û birayek ku temenê wan di navbera 9 û 12 saliyê de bûn di ava Baleco de xeniqîn.

Li gorî agahiyên Rêveberê Polîsên Xurmatû Hisên Elî dane, ew herdu zarok bi mebesta ku avjeniyê bikin çûne di nava avê de. Dema ku zaroka 12 salî dikeve cihekî kûr, birayê wê yê 9 salî xwestiye rizgar bike, lê herdu dixeniqin.

Herwiha li gel wan zarokek din jî çûbû di nava avê de, lê bi hewldana welatiyan ji xeniqandinê hate rizgarkirin.

(ab)