Yekem depoya navendî ya dermanan li Hewlêrê hate vekirin

Yekem depoya navendî ya dermanan li Herêma Kurdistanê hat vekirin. Wezîrê Tendirustî Rêkewt Heme Reşîd diyar kir ku ji sedî 40 ta 50 derman ji aliyê hikumeta Iraqê ve ji bo Herêma Kurdistanê tên şandin, yê din jî Herêma Kurdistan bixwe dikire.


Li Hewlêr yekem Depoya Navendî ya Dermanan hat vekirin. Depo li ser 8 hezar metrekare zevî hatiye avakirin û di avakirina wê de 4 milyar û 400 milyon dînar hatiye xerçkirin.

Di merasîma vekirinê de Wezîrê Tendirustî yê Hikûmeta Herêma Kurdistan Rêkewt Heme Reşîd axivî. Hemereşîd eşkere kir ku di dema çêkirina vê depoyê de rêxistina UNICEF 250 hezar dolar alîkarî bi Wezareta Tendirustî re kiriye. Herwiha got, ev depo li gorî sîstema Rêxistina Tendirûstiya Navnetewî ya Cîhanê (WHO) hatiye çêkirin.

 

Wezîrê Tendirûstiyê Rêkewt Heme Reşîd qala projeyên Wezareta Tendirûstiyê kir û da diyar kir ku niha projeyên di destê Wezareta Tendirustî de heyî, pêwîstî bi 1 milyar û 200 milyon dolar heye, ger ev krîza aborî were çareser kirin wê ev proje hemû werin çêkirin.

Di berdewama axaftina xwe de Heme Reşîd eşkere kir ku Iraq tenê ji sedî 40 ta 50’î yê dermananên pêwîst ji bo Herêma Kurdistanê dişîne û got; "Dermanên din jî ji aliyê Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ve tê kirîn û her meh bihayê 6 milyar dînar derman dikirin. Li ser vê mijarê emê di demek nêz de serdana Wezîrê nû yê Tendirusti yê Iraqê bikin."

(şk)