Yekemîn Konferansa Şaredariya Şengalê destpê kir

Yekemîn konferansa Şaredariya Şengalê bi beşdariya 200 delege û mêhvanan li navçeya Xanesorê destpê kir. Wê di konferansê de bername û rêziknameyên şaredariyan, rêveberiyên wê û plansaziya salekî were derxistin.


Yekemîn Konferansa Şaredariya Şengalê di derdora saet 10.00’an de li qada Laleş a navçeya Xanesorê, bi beşdariya 200 delege û mêhvanan destpê kir. Ji derveyî endamên şaredariyên herêman, nûnerên saziyên Şengalê amadene. Konferans bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdên Eezîdxanê û Kurdistanê re destpê kir.

Salona konferasnê bi wêneyên şehîdên Eezîdxanê hatiye xemilandin û pankarta, ‘Ev konferans diyariye ji bo Mam Zekî Şengalî’ hatiye nivîsîn.

Axaftina vekirina konferansê ji aliyê hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî ve hate kirin. Hecî konferansê li gelê Şengalê pîroz kir û dazanîn ku ev bibe destpêkek ji bo mezinkirina xebatên şaredariyê li Şengalê.

Hisên Hecî rexne li hikûmeta Iraqê û herêma Kurdistanê jî kir ku ti xizmetek ji bo Şengalê nakin û alîkarî ji bo xizmetên seretayî yên Şengalê nadin û got, “Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo Şengalê bihev dikevin, lê dema mijar tê xizmetkirinê herdu alî jî ti karek nakin û xwe bêdeng dikin.”

Konferansa ku wê heya derdora saet 16.00’ê êvarê biajo, bi axaftinan dewam dike.

Nirxandinên rewşa giştî ya Şengalê û xwe rêxistinkirin

Rapora xebatên şaredariyên Şengalê

Rêzikname û bernameyên şaredariyan

Hilbijartina rêveberiyên şaredariyan

Plansaziya salane

Axaftina girtinê

Şaredariya Şengalê ya girêdayî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji sala 2015’an ve hatiye damezrandin. Yekem navenda xwe li kampa Serdeştê ya li çiyayê Şengalê vekir. Şaredarî wê demê bi derfetên kêm hewl dida pêwîstiyên welatiyên di kampê de dabîn bike. Piştî rizgarbûna tevahî Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê û arambûna herêmê gel jî vegeriyan nava Şengalê. Ji ber vê paşê xwe li gundê Borik, Guhbel, Zorava, Dugir, Xanesor, Duhla û navenda Şengalê jî rêxistin kir û şûbeyên xwe vekir. Niha 170 endamên şaredariyên Şengalê hene. Ji bo koçberên vegeriyane Şengalê xebatên dabînkirina av, bi cihbûn û paqijkirina herêmê ji bermahiyên şer xebat meşandiye. Her wiha rêyên ku çeteyên DAIŞ’ê xirap kirine careke din çêdikin û niha jî xebatên şaredariyan yên ji bo avadankirina Şengalê didome.