DOSYA

Hemû Nûçe

  • Şêx Ebdulselam Barzanî û dûbarebûna dîrokê 

    Beriya 104 salan li beramberî hinek pere, Kurdek Şêx Ebdulselam Barzanî radestî Osmaniyan kir. Piştî wê waliyê Musilê Şêx Ebdulselam Barzanî bidarve dike. Siyasetmendar û pisporan diyar kirin ku xiyaneta di nava Kurdan de hêjî dewam dike. Ji bo vê pêwîste Kurd bi yekîtiya netewî vê yekê ji holê rakin.
  • Hişyarî û pêşniyarên Ocalan ji bo Kerkûkê 

    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di gelek nivîs û axaftinên xwe de, behsa çareseriya pirsgirêkên herêmên nakokî li ser hene yên Başûrê Kurdistanê û bajarê Kerkûkê kiriye. Ocalan pirsgirêka Kerkûkê di warê dîrokî de dest digire û diyar dike ku pirsgirêkên van herêman dikare bi xwerêveberiyeke demokratîk were çareserkirin.
  • Tirkiye plana destwerdana Kerkûkê berfireh dike 

    Dewleta Tirk di 4 salên dawî de bi plan û rêbazê cûda, dixwaze destwerdana Kerkûkê bike û rêveberiya wê bixe bin kontrola xwe. Sefîrê Tirk ê Bexdayê 2 caran çû bajar û îdîa kir ku ev der ya kalikên wan e, her wiha îdîa kir ku gelek cihên dîrokî yên Kerkukê Osmaniyan çêkirine. Ji bilî destekdayîn û bicîhkirina komên çekdar, niha jî rêzefîlmên ku heqaretê li Kurdan dikin û behsa dagirkirina Kerkûk dikin, diweşînin.
  • Desthilata desthilatê! 

    Dewleta Tirk ku hewl dide bi rêya aborî, siyasî û leşkerî hebûna xwe ya li Herêma Kurdistanê mayîn de bike û wekî ku desthilatdariya di ser desthilatda herêmê re ew e, tevdigere. Daxuyaniyên konsolosê Tirkiye yê Hewlêrê di vê çarçoveyê de hatine nirxandin.
  • Peymanên li dijî Kurdan ji ber parçebûna navxweyî ye 

    Di dîroka Kurdistanê de gelek welatên herêmê û navnetewî li dijî Kurdan peyman îmze kirine. Niha jî bi heman komployan li dijî Kurdan peymanan çêdikin. Lê ne yekbûna Kurdan jî bûye sedema wê ku Kurd negihijin mafên xwe.
  • Dorpêça aborî li Îranê tesîrek çawa çêdike 

    Li beramberî ambargoya li ser Îranê, beşek rayedarên hikûmet û dewleta Îranê dibê pêwîste tedbîr bê girtin, beşek jî dibêje tu bandora ambargoyê nîn e. Lê rastiyek jî heye ku li welat rêjeya enflasyon, bêkarî û hejariyî her zêde dibe.
  • Sîstema perwerdê ya Tirkiyeyê ku Barzanî pesnê wê dide çiqas baş e? 

    Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di vekirina dibistanên ser bi Weqfa Maarîf ya Hewlêrê de axivî û îdîa kir ku sîstema perwerdê ya Tirkiyê gelek başe. Berovajiyê van daxuyaniyên Barzanî dema têkildarî sîstema perwerdeyê li hinek daneyên fermî yên derbarê sîstema perwerdeyê ya Tirk dinêrin, tê dîtin ku di qada perwerdeyê de pirsgirêkên pir cidî hene.
  • Xûrmatu li benda çareseriyeke mayînde ye 

    Yek ji herêmên nakokî li ser heye û herî zêde ji bûyerên 16’ê Cotmehê bandor jî bû bajarê Xûrmatuye, niha gelek erkên rêvebirina bajêr ji dest dane û hîn jî çareseriyeke mayînde ya bi îradeya hemû pêkhateyan li Xûrmatuyê zal nebûye.
  • Şerê desthilatiyê aloziyên li Kerkûkê kûr dike 

    Salek li ser bûyerên 16’ê Cotmehê re derbas bû û Kerkûk hîn jî li benda çareseriyeke pir alî û mayînde ye. Di nava salekî de êrîşên li dijî Kerkûkê zêdetirbûn, lîstokên hêzên siyasî û dewletên dagirker yên weke Tirkiyê di vê valatiyê de xwe rêxistin kir û hîn jî parêzgeha Kerkûkê ji aliyê kesek bi wekalet ve tê birêvebirin. Ji bo diyarkirina waliya Kerkûkê jî Kurd di nava xwede parçene û Tirkiye jî hewl dide kesek nêzî xwe bi cih bike.
  • Salek piştî referandûmê rewşa Herêma Kurdistanê 

    Berî niha bi salekê bi pêşengiya PDK’ê referandûm pêk hat û ‘bay bay’ li Iraqê dikirin. Lê niha PDK û YNK li ser serokkomariya Iraqê ketine pêşbaziyê.
  • Partî di bernameyên hilbijartinê de pirsgirêkan çawa dibînin-5 

    Yek ji mijara sereke ku di bernameyên hilbijartinê yên partiyên siyasî de cih digre aboriye. Li Herêma Kurdistanê ji 2013`an ve krîza aborî, pirsgirêkên bêkarî û bi vê ve girêdayî koçkirina derveyî welat, pirsgirêka neftê li gel Bexdayê, nedayîn û dereng xistina meaşê karmendan di rêza pêş ya pirsgirêkan de cih digirin. Civaka Başûrê Kurdistanê jî hikûmet û rêveberiyaa herêmê di ber van pirsgirêkan de berpirsyar dibînin.
  • Pergala perwerdeyê ku ji ser keviran veguherî modelbûnê 

    Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê sala nû ya perwerdeyê îro bi 3 hezar û 500 xwendekaran destpê dike. Perwerdeya ku di nava koçberî û êrîşan de, li ser keviran û axê 24 sal berê hatibû destpêkirin, niha veguherîye pergalek mînak.
  • Partî di bernameyên hilbijartinê de pirsgirêkan çawa dibînin-4 

    Li Herêma Kurdistanê pirsgirêkên jinan ên wekî “temsîla wekhev a di hemû qadên jiyanê û rêveberiyan de, şîdet û hwd.” di nava mijarên sereke de cîh digirin. Lê di bernameyên partiyan ên hilbijartinan de herî kêm ji bo vê babetê cîh hatiye veqetandin.
  • Partî di bernameyên hilbijartinê de pirsgirêkan çawa dibînin-3 

    Hêz û partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di bernameyên xwe yên hilbijartinê de bi awayekî cuda cuda qala çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê  û hikûmeta navendî ya Iraqê de kirine. Lê, lîsteyên Serdem , Azadî û Komeleya Îslamî bi ti awayî qala van pirsgirêkan nekirîne.
  • Qirkirina ku nayê dîtin-4 

    Li beramberî asta zêde ya şîdetê nûnerên rêxistinên jinan, rojnamevan û akademîsyenên jin piranî hêviya xwe ji hikûmetê dikin, her wiha pêşniyaran dikin. Lê balkêş e ku kes nabêje “dewê min tirş e”.
  • Qirkirina ku nayê dîtin-3 

    Yekê ji wan bi hevjînê xwe re pirsgirêk dijî, zarokên wê hatin firotin. Ya din hat xapandin, bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma û doza ku vekir jî winda kir. Di dawiyê de herdu jinên ku xwe spartibûn stargehan û bêçare mabûn, dawî li jiyana xwe anîn.  
  • Qirkirina ku nayê dîtin–2 

    Li Başûr 225 navend, ofîs, rêxistin û stargehên li dijî şîdeta li ser jinê hatine vekirin. Ji vana 33 ji aliyê zilaman ve tên birêvebirin û girêdayî hikûmet û saziyên derve ne. Nêzîkahiya “Ev ne karê jinan e” serwer e, lewma zîhniyeta dibe sedema şîdetê, wekî navnîşana çareseriyê jî tê nîşandan.  
  • Qirkirina ku nayê dîtin - 1 

    Li Herêma Kurdistanê qirkirina jinan ku her roj zêdetir dibe, lê nayê dîtin an jî nabe rojeva aliyên eleqedar heye. Tenê di 6 mehên destpêkê yên 2018’an de 204 jin hatine kuştin, an jî ber bi mirinê ve hatine ajotin. 3 hezar û 470 jinan jî, ji ber şîdetê serî li saziyên eleqedar daye.
  • Ji berî 39 salan Xumeynî li dijî gelê Kurd cîhad îlan kir 

    Xumeynî di 19’ê Tebaxa 1979’'an de li dijî kurdan Cîhad îlan kiribû û piştî vê li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên rejîmê ve li hember gelê kurd komkujî pêk hatin.
  • Yasaya terorê dibe cihê metirsiyê li Herêma Kurdistanê 

    Yasaya terorê li Herêma Kurdistanê ji bo çalakvan, rojnameger û parlamenteran dibe cihê aloziyê û diyar dikin ku ev yasaye azadiya wan dixwe bin metirsiyê de û dibêjin ku ji ber lewaziya yasayê desthilat dikare her kesê bixweze bike terorîst.
  • Fermana 73’yan û ji nûve vejîn-3 

    Piştî vekirina korîdora mirovî, bi pêngavên rizgarinê re di nava salekê de xaka pîroz ji çeteyan hat paqijkirin. Gel dest bi vegerê kir û civaka Êzidî cara yekem ji parastin heta siyaset, çand, perwerde, tenduristî û aboriyê îradeya xwe derxist holê.
  • Fermana 73’yan û ji nûve vejîn-2 

    Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi sed hezaran kes li Çiyayê Şengalê dorpêç kirin, komek biçûk a gerîlayên HPG’ê ku çend roj beriya êrîşan xwe gihandibûn herêmê, parastinek dîrokî kirin û rê li ber komijiyên mezin girtin. PKK’ê piştre komên nû ji bo parastina herêmê şandin. Şervanên YPG/YPJ’ê li gel gerîlayan jî di navbera Rojava û Şengal de korîdora mirovî vekir.
  • Fermana 73’yan û ji nûve vejîn-1 

    Di ser fermana 73’yan a Şengalê re 4 sal derbas bûn, lê hîn jî bi deh hezaran kes ji warê xwe dûr in, bi hezaran kes di destê çeteyan de mane. Li aliyê din gelê Şengalê ji xweliya fermanê jiyanek nû vejand.
  • Naylonan Herêma Kurdistanê dagir kiriye 

    Li bajarên Herêma Kurdistanê rojane zêdetirî 10 hezar ton zibil (gilêş, çop) tê komkirin. Ev zibil ji sedî 60 ji madeyên plastîk, hesin û kaxizan pêk tê. Lê belê tenê 2 navendên lêvegerê hene, lewma piraniya van madeyan li nava xwezayê dimîne û ziyanek mezin dide derdorê û tenduristiya mirovan.
  • Nakokiya ‘herêmên bi nakok’ -2 

    Astengiya herî mezin a li pêşiya bicîhanîna xala 140’an hesabên hêzên navnetewî û herêmî tê nîşandan. Berjewendiyên van hêzan aloziyê kûrtir dikin, lê ziyana herî mezin dîsa gelên herêmê dibînin.